Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku ji bo qedandina pêvajoya çareseriyê qebûlkirina yasaya çarçoveyî qonaxeke girîng bû û got, “Heta çekan daneynin nikarin ji yasaya çareseriyê sûdê wergirin.”
Hakan Fîdan îro bû mêhvanê medyaya fermî ya dewletê û qala rojeva navxweyî û derve ya Tirkiyeyê kir.
"Heta çekan daneynin nikarin sûdê wergirin"
Fîdan li ser pêşniyaryasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakîya axivî û got:
"Ev yasaya çarçoveyê xwedî hikmên gelekî baş û misogerker e. Ziman û mekanîzmayeke wê ya baş heye.
Heta ku rêxistin çekên xwe daneyne û dest ji derfet û şiyanên xwe bernede, nikare ji vê yasayê sûdê wergire."
"Hêvîdar im vê carê destê dirêjkirî bigirin"
Fîdan qala pêvajoya sala 2013an jî kir û ragihand ku wê demê reformên mezin hatine kirin û pêwîst bû ku rêxistin (PKK) wê demê ber bi rêyeke aştiyane ve biçûya û wiha domand:
“Di rewşeke asayî de, bi rastî piştî reformên herî dawî yên demokratîk ên sala 2013an diviyabû ev yek bihata bicihkirin. Wekî ku hûn dizanin reformên mezin hatibûn kirin.
Dema ku hemû pirsgirêkên li ser nasnameyê ji holê rabûn, diviyabû rêxistinê ev rêya aştiyane hilbijartiya.
Lê wê demê, wekî ku me berê jî qal kir, li gorî wan dê hinek guhertin û hevsengiyên herêmî û navneteweyî di berjewendiya wan de bûna.
Hinekan jî tiştên cuda gotin. Di encamê de wan sûd jê wernegirt."
"Ne di berjewendiya Kurdan de ye"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku niha rewşa cîhanê guheriye û got:
"Di vê qonaxa ku 13 sal di ser re derbas bûne de, ew êdî dibînin ku rewşa herêmî û cîhanî zêde ne di berjewendiya wan de ye.
Pêwîst e ew bibin beşek ji vê rewşa demokratîk a li Tirkiyeyê ku di berjewendiya hemûyan de ye.
Tiştên ku ji aliyê rêxistinê ve tên kirin, ne di berjewendiya Kurdan de ne. Hêvîdar im ku vê carê destê ku hatiye dirêjkirin, bigirin.”
"Bila rehet bin"
Hakan Fîdan li ser nerazîbûna xelkê Tirkiyeyê ya li hemberî yasayê û pêvajoyê jî ev tişt anîn zimên:
“Wekî ku min anî zimên, hikmên yasayê bi rastî mekanîzmayên baş danîne, mekanîzmayên piştrastkirinê û desteyên wê hene. Ango bila di wê mijarê de rehet bin."



.webp&w=3840&q=75)