Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê ÎYÎ Partiyê Ridvan Uz di dema gotûbêjên li ser yasaya pêvajoya çareseriyê got, “25 milyon Kurd hene.”
Di pêvajoya çareseriyê de qonaxeke din jî li pey ma.
Pêşniyara "Yasaya Çarçoveyê" doh li Komîsyona Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Di dema gotûbêjkirina pêşniyara qanûnê de, nûnerên partiyan nêrînên xwe yên li ser "Yasaya Çarçoveyê" anîn zimên.
Di dema hevdîtinan de carinan alozî derket.
Hinek parlamenter bezin hev û di navbera hinek parlamenteran de jî nîqaşên tund rû dan.
Lê belê gotinên nûnerê ÎYÎ Partiyê yê di komîsyonê de Ridvan Uz ên li ser hejmara Kurdan a li Tirkiyeyê bal kişand.
Divê were gotin ku ÎYÎ Partî ji destpêkê ve li dijî pêvajoya çareseriyê derdikeve.
"25 milyon Kurd hene"
Parlamenterê ÎYÎ Partiyê yê Çanakkaleyê Ridvan Uz ku pir caran bi parlamenterên DEM Partiyê re ket nîqaşê, got ku li Tirkiyeyê 25 milyon Kurd hene.
Ridvan Uz bi Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaşê re ket nîqaşê û wiha got:
"Ma gelo nûnerê Kurdan DEM Partî ye? 25 milyon Kurd hene, 4 milyon deng standine, radibe li vê derê ji me re diaxive, ma tiştekî wiha tê qebûlkirin?"
Ev gotinên Ridvan Uz bi heman awayî ketin nav qeydên fermî yên Parlamentoya Tirkiyeyê jî.



.webp&w=3840&q=75)