Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan derbarê Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ragihand ku ew dê “bi şert” piştgiriyê bidin.
Parlamentoya Tirkiyeyê îro demjimêr 11:00an dest bi nirxandina Projeyasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî kir.
Vekirina Parlamentoyê bi axaftinên Serok û Serokwekîlên partiyan dest pê kir.
Serokê Saadetê Mahmut Arikan di rûniştina Parlamemtoyê de axivî û ragihand ku tiştê girîng ew e ku dê piştî derxistina yasayê çi were kirin û Tirkiyeyeke çawa were avakirin.
Arikan diyar kir ku heta ku sedemên bingeha “terorê” ji holê neyên rakirin pirsgirêk nayê çareserkirin û got:
“Çareseriya mayînde avakirina bi hev re ya edalet, hiqûq, yekbûna civakî û biratiyê ye.”
“Em rê nadin ku tirsên me...”
Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan bi vî rengî axivî:
“Tirkiye dikare wê îradeyê nîşan bide ku pirsgirêkên xwe bi mirovên xwe re, di nav pergala xwe ya hiqûqî de çareser bike.
Helbet tirsên me hene, helbet gumanên me hene û mijarên ku em bi baldarî dişopînin hene. Em dev ji gotina wan û bilêvkirina xalên xelet bernadin lê em rê nadin ku tirsên me ji nû ve bibin sedema cudabûn û dabeşbûna me.
Ji ber wê jî em bi nêrîneke ku hevkariya civakî, biratî, hiqûq, îradeya milet û siberoja hevbeş bihêz bike, em piştgiriyê didin vê pêvajoyê.
Ev piştgîrî ne piştgiriyeke bêşert a ji bo aktorekî siyasî ye. Ji bo hemû kiryarên desthilatê jî ne erêkirinek e. Ji bo her xalên yasayê jî ne kefaletek e. Piştgiriya me ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê ya bi îradeya Tirkiyeyê ye.”



