Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bertek nîşanî daxuyaniyên Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê da. Wî xwest ku ew gotinên xwe sererast bike.
DEM Partiyê jî bersiv da û ragihand ku mebesta Hatîmogullariyê ne xwedîderketina li Serokwezîrê Îsraîlê ye.
DEM Partiyê eşkere kir ku mebesta wê nîşandana girîngiya aştiya navxweyî ya li Tirkiyeyê ye.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî doh beşdarî bernameyeke Halk TVyê bû.
Wê li ser pêvajoya çareseriyê axivî û gotinên Serokwezîrê Îsraîlê yên li hemberî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wekî mînak dan.
Netanyahu di wan gotinên xwe de ji Erdogan re digot, ”Tu li Kurdan didî û wan dikujî.”
Berteka Omer Çelîk
Gotinên Hevseroka DEM Partiyê, li eniya AK Partiyê bûne sedema bertekan.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da.
Çelîk axaftinên Hatîmogullariyê yên li ser pêwendiya Pirsgirêka Kurdan û polîtîkaya derve wekî "bêbingeh" pênase kirin û got:
"Di demekê de ku li Parlamentoyê bi 467 dengan serdemeke nû dest pê kiriye, îfadeyên Hevseroka DEM Partiyê cihê xemgîniyê ne ku partî û hikûmeta me dikin armanc. Em van îfadeyan red dikin."
Çelîk, Hatîmogullarî rexne kir ku di mînaka xwe de qala gotinên Netanyahu kiriye û wiha axivî:
"Li Tirkiyeyê û li cîhanê ti siyasetmedar ku alîgirê 'hevpeymaniya mirovahiyê' ye, dema teza xwe şîrove dike referansê nade gotinên Netanyahu yê jenosîdkar. Divê Birêz Hatîmogullarî vê daxuyaniya xwe sererast bike. Ev nêzîkatî ji bo sicîla siyasetmedarekê reşbûneke herî şermok e."
Bersiva DEM Partiyê
Li ser van rexneyan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Ayşegul Doganê destnîşan kir ku helwesta partiya wan a “li dijî dagirkeriya Îsraîlê” û “jenosîda li Filîstînê” her tim zelal bûye û got:
"Nepêkan e ku Hevseroka me xwedî li Netanyahu derkeve yan referansê bide gotinên wî. Helwesta DEM Partiyê ya di vê mijarê de nayê nîqaşkirin."
Ayşegul Doganê diyar kir ku mebesta Hatîmogullariyê balkişandina ser qelsiya dîplomasiyê ya li ser Pirsgirêka Kurdan e û wiha pê de çû:
"Heta Pirsgirêka Kurdan bê çareserî bimîne, hêzên herêmî û cîhanî mixabin vê meseleyê li dijî Tirkiyeyê bi kar tînin. Ev tespît ne tawanbarkirin e lê nîşandana girîngiya aştiya civakî ya li Tirkiyeyê ye li dijî jenosîdkaran. Mixetabê vê tespîtê ne Serokkomar Erdogan e lê ew kes in ku hêviya xwe bi bêçareseriyê ve girê dane."
Hatîmogullariyê çi gotibû?
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê di bernameya televîzyonî de bal kişandibû ser xerciyên aborî û siyasî ya Pirsgirêka Kurdan û gotibû:
"Dema Tirkiyeyê ji Îsraîlê re got 'dest ji dagirkirina Filîstînê berde', Netanyahu zivirî û got 'tu jî dest ji lêxistina Kurdan û kuştina wan berde'. Heta ev pirsgirêk bidome, bangên aştiyê yên li derve bêbersiv dimînin. Zêdetirî 3 trîlyon dolaran ji bo vî şerî hatine xerckirin."


.webp&w=3840&q=75)
