Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî bi parêzgarên 81 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re civîneke ewlehiyê ya bi sernavê "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" li dar xist.
Di civînê de hat tekezkirin ku di pêvajoyê de çek dê bi temamî ji rojevê derkevin.
Civîn li Navenda Koordînasyona Rewşên Bilez û Ewlehiyê (GAMER) ya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ya li Enqereyê hat kirin û nêzîkî demjimêrekê berdewam kir.
Parêzgar, Birêvebirên Ewlehiyê û fermandarên cendirmeyan ên 81 parêzgehan bi rêya vîdeokonferansê beşdarî civînê bûn.
Pêvajoya çareseriyê û tedbîrên ewlehiyê
Li gorî agahiyan qonaxên pêvajoya çareseriyê, yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî, şopandina pêşhatên li meydanê û tedbîrên li dijî hewlên provokasyon û têkdana pêvajoyê ji rojevên herî girîng ên civînê bûn.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di civînê de li ser yasaya ku li Parlamentoyê hat pesendkirin agahî dan parêzgar û berpirsên ewlehiyê.
Kurtulmuş bal kişand ser girîngiya hiqûqî ya pêvajoyê û rola saziyên dewletê ya di bicihanîna yasayê de.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî jî piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:
"Em di rêya Tirkiyeya Bêteror de di qonaxeke dîrokî de ne.
Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî bi lihevkirineke berfireh li Parlamentoyê hat pesendkirin.
Êdî çarçoveya me zelal e; çek dê bi temamî ji rojevê derkevin, rêxistina terorê dê bi hemû hêmayên xwe ve were tesfiyekirin û ewlehiya me ya neteweyî bi ti awayî tûşî lawaziyê nabe."
Mustafa Çîftçî her wiha anî ziman:
"Êdî em dê enerjiya xwe ne ji bo terorê, ji bo bipêşketin, hilberîn, perwerde, derfetên kar û xweşguzeraniya miletê xwe xerc bikin.
Sedsala Tirkiyeyê dê bibe sedsala aramî û biratiyê."


.webp&w=3840&q=75)
