Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî li ser Yasaya Çarçoveyê nirxandin kirin.
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de bang kir û got, "Pêwîst e pêvajoyên hiqûqî û îdarî di demeke herî kurt de werin bicihanîn."
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî piştî qebûlkirina Yasaya Çarçoveyê cara yekem daxuyaniyek belav kir û got:
"Nabe were jibîrkirin ku ev qonaxa ku bi qebûlkirina qanûnê hatiye bidestxistin ne dawiyek e.
Di esasê xwe de destpêka qonaxeke nû ye ku divê ji aliyê hiqûqî û îdarî ve mirov hişyartir be."
Beşên girîng ên daxuyaniya Bahçelî wiha ne:
"Ne pêkan e ku avahiya unîter a Dewleta Komara Tirkiyeyê û şêwazê îdareyê yê ku li ser serweriya neteweyî hatiye avakirin bibin mijara gotûbêjan.
Her wiha yekparçeyiya welêt û milet, dîroka hevpar û xeyala paşerojê ya miletê Tirk jî nabin mijara gotûbêjan.
Pêwîstî bi berovajîkirin, belavbûn û peyvbaziya ku xistine nav qalibên hamasî û cambaziyên siyasî nîne.
Divê qanûna navborî ne ji nêrîna qaşo mixalefetê ya ku bi pêşdaraziyan hatiye dorpêçkirin were xwendin.
Divê bi lafz û hincetên wê ve û bi liberçavgirtina encamên girîng ên ku dê di berjewendiya milet de derxe holê, ji aliyê miletê Tirk û Dewleta Komara Tirkiyeyê ve were xwendin.
Ev pêvajo bi banga me ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an dest pê kir.
Paşê bi qonaxên fesixkirin û çekdanîna rêxistina terorê ya PKKyê şênber bû.
Her wiha bi xistina bin kontrola îradeya neteweyî ya bi destê Parlamentoya Tirkiyeyê re mahiyeteke nû qezenc kir.
Ev pêvajo bi xwendina rast a şert û mercên herêmî yên ku Tirkiye tê de ye hatiye diyarkirin.
Her qonaxeke wê qonaxa beriya xwe temam kiriye û bûye parek."
Divê pêvajoyên hiqûqî û îdarî di demeke herî kurt de werin bicihanîn
"Wextê me yê windakirinê nîne.
Piştî ku qanûn ket meriyetê, divê pêvajoyên hiqûqî û îdarî yên pêşbînîkirî di demeke herî kurt de werin bicihanîn.
Nabe destûr were dayîn ku di navbera saziyan de valahiya desthilat û hevahengiyê çêbibe.
Her wiha divê bi ti awayî destûr neyê dayîn ku ev derfeta dîrokî ya derketiye holê bibe qada îstismarê ya cephe, gotin û axaftinên neneteweyî. Arasteya Tirkiyeyê diyar e."
.webp&w=3840&q=75)


