Hewlêr (Rûdaw) - Ekrem Îmamogluyê ku ji erkê xwe hatiye dûrxistin û di Girtîgeha Sîlîvriyê de girtî ye ragihand ku wî ji Partiya Gel a Komarî (CHP) îstifa kiriye.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Ekrem Îmamoglu da zanîn ku ew derbasî Partiya NÛ bûye.
Daxuyaniya ku Îmamoglu li ser hesabê xwe yê Xê parve kiriye wiha ye:
"Welatiyên min ên qedirbilind, rêhevalên min ên hêja, ez ji endamtiya xwe ya Partiya Gel a Komarî ya 17 salan îstifa dikim.
Ev biryar, encama wan nirxan e ku ez ji bo paşeroja welatê me pê bawer im û encama wê berpirsyariyê ye ku ez li hemberî miletê me hildigirim.
Ez spasiya hemû rêhevalên xwe dikim ku me heta îro bi hev re ked daye û em mil bi mil meşiyane.
Îro em ji bo ku paşeroja Tirkiyeyê ya bihêztir, demokratîktir û bi hêvîtir bi hev re ava bikin rêyeke NÛ vedikin.
Ez we vedixwînim ku hûn bibin beşek ji vê meşê, em hêviyê bi hev re mezin bikin û paşerojê bi hev re ava bikin."

.webp&w=3840&q=75)

