کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Akin Gurlek li Trabzonê qala pêvajoya çareseriyê kir / Wêne: AA

Akin Gurlek li Trabzonê qala pêvajoya çareseriyê kir / Wêne: AA

TIRKIYE

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

13-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran13-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser pêvajoyê axivî û got, “Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin.”

Akin Gurlek îro li parêzgeha Trabzonê ya Tirkiyeyê li ser pêvajoya çareseriyê û yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî  axivî.

Gurlek ji xelkê Trabzonê xwest ku piştgiriyê bidin pêvajoyê û got:

“Tirkiye xala me ya hevbeş e. Komara Tirkiyeyê hêlîna me ya hevbeş e. Em ji çi kok û eslî dibin bila bibin, em hemû endamên miletê Tirk in.”

"Em dê xebatên destûreke sivîl bidomînin"

Akin Gurlek destnîşan kir ku ew dest ji destûreke sivîl bernadin û ew dê xebatên nivîsandina destûreke sivîl bidomînin û got:

"Em dixwazin yekîtiya xwe ya neteweyî zêdetir bihêz bikin û li herêma xwe aramiyê pêk bînin.

Ez li vê derê bi taybetî tînim ziman, ti gav nehatine avêtin ku bîranîna hêja ya şehîdên me biêşîne û dê neyê avêtin jî. Fedekariya xaziyên me ji bo me ne cihê nîqaşê ye.

Yekane armanca me Tirkiyeyeke bihêz e û di rêya Tirkiyeyeke bihêz de xurtkirina çepera navxweyî ye.

Dîsa wekî ku Serokkomarê me anî ziman, Tirkiye xala me ya hevbeş e. Komara Tirkiyeyê hêlîna me ya hevbeş e. Em ji çi kok û eslî dibin bila bibin, em hemû endamên miletê Tirk in.

Dema mijar berjewendiyên bilind ên milet û welêt bin, em neçar in ku bi hevkarî û yekîtiyê li ser heman zemînê bigihîjin hevdû. Ev erkekî neteweyî yê her kesî ye ku xwe aîdî miletê Tirk dibîne.”

Pirsên