Hewlêr (Rûdaw) - Girtiya Kurd Sonay Mengutay piştî ku 30 salan di girtîgehê de ma hat berdan.
Sonay Mengutay di axaftina xwe ya destpêkê de got, “Bila 30 sal ji gelê me re feda bin. Wekî tê zanîn pêvajo didome, em jî amade ne tiştê ji destê me bê em bikin.”
Sonay Mengutay sala 1996an li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê hatibû desteserkirin û pişt re hatibû girtin.
Ew li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) hatibû darizandin û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatibû birîn.
Bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
Li gorî nûçeya MAyê, Sonay Mengutay piştî 30 salan ji Girtîgeha Kocaeliyê hatiye berdan.
Malbatên girtiyan, endamên Komeleya Alîkarî û Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER), Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kesên din Mengutay li ber deriyê girtîgehê bi kulîlkan pêşwazî kir.
"Bila 30 sal ji gelê me re feda bin"
Sonay Mengutay piştî derketina ji girtîgehê li ber derî axivî û hestên xwe wiha anîn zimên:
“Bila 30 sal ji gelê me re feda bin. Her çi qasî ez kêfxweş bim jî, ji ber ku min hevalên xwe di girtîgehê de hiştine ez xemgîn im jî. Lê di demeke nêz de em dê wan jî bibînin.”
Mengutayê bal kişand ser pêşhatên nû yên di siyaseta Tirkiyeyê de û got:
“Wekî tê zanîn pêvajo didome. Em hemû parçeyekî pêvajoyê ne. Em amade ne, ji destê me çi bê em dê bikin.”
.webp&w=3840&q=75)

