Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar li Beştepeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyan.
Buldan û Sancar li ser hevdîtina xwe daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, hevdîtina bi Erdogan û şandeya wî re nêzîkî demjimêr û nîvekê ajotiye û "berhemdar" derbas bûye.
Yasaya Çarçoveyê û pêvajo
Di hevdîtinê de li ser pêvajoya çareseriyê gotûbêj hat kirin.
Buldan û Sancar diyar kir ku qebûlkirina "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî ya bi 467 dengan li Parlamentoya Tirkiyeyê, cihê kêfxweşiyê ye.
Her wiha qonaxa heyî ya pêvajoyê û gavên ku dê ji niha û pê ve bên avêtin hatin nirxandin.
Îradeya hevpar hat piştrastkirin
Buldan û Sancar destnîşan kir ku dê bi vê yasayê re serdemeke nû dest pê bike.
Bi gotina wan di vê serdemê de dê demokrasî û siyaset xurt bibin û ev yek ji bo welêt û hemû welatiyan xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îradeya hevpar a ji bo birêvebirina pêvajoyê bi biryardarî, careke din hatiye piştrastkirin.
Spasiya partiyên siyasî kirin
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat got:
"Ji niha û pê ve jî dê xebatên me di rêya aştî û demokrasiyê de berdewam bikin. Em dê ji bo berjewendiya her mirovekî welatê xwe hewlan bidin."
Her du siyasetmedaran spasiya hemû partiyên siyasî û beşên civakê kir ku bi alîkarî, pêşniyar, hişyarî û rexneyên xwe hêz daye wan.


