Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re ragihand ku di civînê de îradeya hevbeş ji bo berdewamkirina bi biryar a pêvajoya çareseriyê careke din hatiye piştrastkirin.
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan û Mîthat Sancar pêk tê li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiya.
Civîn zêdetirî demjimêrek û nîvan berdewam kir.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala û Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî di civînê de amade bûn.
Şandeya Îmraliyê piştî civînê li ser naveroka wê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku wan li gel Erdogan civîneke berhemdar pêk aniye.
Şandeyê bal kişand ser girîngiya yasaya nû ya pêvajoyê û got:
"Em bi Birêz Serokkomar Erdogan li ser bipêşketinên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn.
Pesendkirina Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî bi dengekî pir bilind ê wekî 467 dengan li Parlamentoya Tirkiyeyê, cihê kêfxweşiyê ye.
Me qonaxa ku pêvajo gihîştiyê û karên ku dê ji niha û pê ve werin kirin, bi awayekî dualî nirxandin."
Îradeya çareseriyê
Şandeya Îmraliyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan di civînê de tekezî li ser girîngiya yasayê kiriye.
Li gorî şandeyê, “ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê gelek girîng e ku bi vê yasayê deriyên serdemeke nû vebin ku tê de demokrasî û qada siyasetê xurt dibe.”
Şandeyê her wiha got:
“Di hevdîtinê de, îradeya hevbeş ji bo berdewamkirina bi biryar a pêvajoyê careke din hat piştrastkirin.
Em dê ji niha û pê ve jî ji bo ku pêvajo di rêya aştî û demokrasiyê de li ser xêra her kesekî vî welatî bi pêş bikeve, di xebatên xwe de berdewam bin."
Şandeya DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de spasiya hemû partiyên siyasî û beşên civakê kir.
Şandeyê da zanîn ku pêşniyar, rexne û hişyariyên civakê heta niha piştgirî û hêz daye wan.


