Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Semîr Oso (Sîpan Hemo) li Tirkiyeyê ji "lîsteya terorê" hat derxistin.
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê bi xelata 20 milyon lîreyên Tirkî li Sîpan Hemo "digeriya."
Sîpan Hemo yek ji navên pilebilind ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.
Piştî peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê de, meha Adarê bûbû Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê.
Hemo yek ji damezirînerên YPGyê ye ku bingeha HSDyê pêk tîne.
Navê wî li Tirkiyeyê di " lîsteya kesên bi tohmeta terorê tên xwestin" de cih digirt.
Sîpan Hemo di "lîsteya sor" de bû û wekî kesekî bi pêwendiya PKK-KCKyê re dihat nîşandan.
Li Tirkiyeyê ji bo kesên ku li ser girtina kesên di vê lîsteyê de agahiyan didin heta 20 milyon lîreyên Tirkî xelat tê dayîn.
5 meh piştî ku Hemo li Sûriyeyê bû alîkarê wezîr, navê wî ji lîsteyê hat derxistin.
Berê bi navê "Semîr Asu" agahiyên wî dihatin dîtin lê niha di ti lîsteyê de cih nagire.



