Hewlêr (Rûdaw) - Omer Bolat ragihand ku piştî guherîna desthilatê bazirganiya wan a bi Sûriyeyê re ji sedî 45 zêde bûye.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat doh çû Deriyê Sînorî yê Cîlvegozuyê yê li parêzgeha Hatayê û beşdarî vekirina garaja barhilgiran bû.
Omer Bolat da zanîn ku sala borî bazirganiya wan a bi Sûriyeyê re 3 milyar û 750 milyon dolar bûye.
Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat li ser deriyên sînorî got:
“Bi Sûriyeyê re bi tevahî 11 deriyên me hene û 6 deriyên sînorî dixebitin.
Heta dawiya îsal jî dê deriyê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de vebe.
Êdî di ser Sûriyeyê re jî çûyîna Îraqê pêkan e.
Doh 398 barhilgir di ser Sûriyeyê re bi awayekî transît derbasî Îraqê bûn.”
"Pêwendî bi lez bi pêş ve diçin"
Omer Bolat diyar kir ku pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê bi lez bi pêş ve diçin û pê de çû:
“Sala borî bazirganiya me ji sedî 45 zêde bû. Îsal jî mehên destpêkê ji sedî 16 zêde bû.
Helbet dema bazirganî û pêwendiyên aborî bi pêş dikevin, xweşguzeraniya welatan baştir dibe.
Dîsa Sûriye ji bo derbasbûna me ya herêma Kendavê û Bakurê Afrîkayê, xaleke girîng e.
Tirkiye jî ji bo derbasbûna Sûriyeyê ya Rojava, Ewropa û Kafkasyayê xaleke girîng e.
Niha di navbera me de 6 deriyên sînorî yên ku dixebitin hene.”



