Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îdiayên li ser "bazariya hilbijartinê" ya bi desthilatê re red kirin û got, “Neheqiyê li Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan dikin.”
Tuncer Bakirhan her wiha ragihand ku ew li benda berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê ne.
Bakirhan hêvî kir ku her du hevserokên berê yên HDPyê bên berdan û bigihîjin kongreya partiyê ya meha Îlonê.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di bernameyekê de pirsên rojnamegerên T24ê Murat Sabuncu û Şîrîn Payzinê yên li ser pêvajoya çareseriyê bersivandin.
Bakirhan li ser hevdîtinên bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re axivî.
Wî nîqaşên li ser bazariya hilbijartinê wekî "erzan û neheq" pênase kirin.
Bakirhan bertek nîşanî îdiayên bazariya bi desthilatê re da û got:
"Gelo serokkomarê welatekî yan jî serokê partiyeke pir girîng tê bi me re bazariya hilbijartinê dike?
Ma ew qasî erzan e? Ew qasî hêsan e? Kesên ku vê dibêjin, neheqiyê li Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan dikin. Bawer bikin ti tiştên wisa nînin."
"Derdora me deryaya xwînê ye"
Tuncer Bakirhan bal kişand ser rewşa herêmê û girîngiya "lihevkirina bi Kurdan re" û got:
"Derdora me deryaya xwînê ye. Rewşa Îran, Sûriye û Îraqê ne diyar e. Li Tirkiyeyê pirsgirêkeke 100 salî ya Kurdan heye.
Di demekê de ku hêzên emperyal li Rojhilata Navîn lîstikan dilîzin, ma çi ecêbî tê de heye ku em li welatê xwe bi Kurdan re li hev bikin û bi hev re bimeşin?"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê destnîşan kir ku bi vekirina Parlamentoyê re ya meha çiriya pêşîn, ew li benda gavên şênbertir ên li ser pêvajoyê ne û got:
"Aştî ji her tiştî mezintir e. Dema mirov dest pê bike, rawestandina wê ne pêkan e. Em ketine qonaxeke wisa ku êdî veger jê tune."
"Demjimêrek şûn de jî dikarin werin berdan"
Tuncer Bakirhan li ser rewşa hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê yên ku 10 sal in girtî ne peyamên hêviyê dan û got:
“Ji bo berdana Demîrtaş û Yuksekdagê pêwîstî bi yasayeke nû nîne.
Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hene.
Lewma demjimêrek şûn de jî dikarin werin berdan.
Ez hêvî dikim ku ew ne tenê ji bo kongreya mezin, bigihîjin kongreya 6ê Îlonê jî.
MHP jî wekî me di vê mijarê de dilxwaz e. Birêz Selahattîn û Birêz Fîgen her tim di rojeva me de ne. Em tevgereke wisa nînin ku hevalên xwe yên li hundir ji bîr bikin."



