Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku 35 tawanên kuştinên kiryarnediyar hatine ronîkirin.
Akin Gurlek diyar kir ku ev serkeftin di çarçoveya xebatên "Serokatiya Daîreya Lêkolînan a Tawanên Kiryarnediyar" de bi dest ketiye.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser xebatên nû yên wezareta xwe daxuyaniyek belav kir.
Di 4 mehan de 35 tawan hatin ronîkirin
Akin Gurlek destnîşan kir ku Serokatiya Daîreya Lêkolînaan a Tawanên Kiryarnediyar li bin banê Wezareta Dadê dixebite.
Ev daîre bi hevahengiya serdozgeriyan û hêzên ewlehiyê xebatên hûrgilî dike.
Li gorî gotina Gurlek, di nava 4 mehan de gelek dosyeyên kuştinê yên kiryarnediyar hatine ronîkirin.
Gurlek eşkere kir ku di nava 4 mehan de di 30 dosyeyên cuda de 35 tawanên kuştinên kiryarnediyar hatine ronîkirin û got:
“Çi qasî sal di ser re derbas bibin jî, em dê li pey her delîl û şopeke nû bin.
Ji bo ku tawanbar li ber dadgehê hesab bidin, em dê bi biryardarî xebatên xwe bidomînin."
Kujerê Huseyîn Okumuşoglu hat desteserkirin
Akin Gurlek hûrgiliyên 2 dosyeyên girîng parve kirin.
Yek ji wan dosyeya Huseyîn Okumuşoglu ye ku sala 2014an li parêzgeha Kirikkaleyê winda bibû.
Termê Okumuşoglu piştî 11 salan, sala 2025an di nava sarinca malekê de hatibû dîtin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser heman dosyeyê got:
"Me ev dosye ji nû ve vekir û lêpirsîn kûr kir. Îfadeyên 98 kesan hatin wergirtin û bi 112 saziyan re pêwendî hat danîn.
Di encama lêkolînên teknîkî de 17 gumanbar hatin destnîşankirin û di operasyonekê de 16 ji wan hatin desteserkirin."
Pêşketina di dosyeya Emrah Daşdemîr de
Pêşketineke din di dosyeya Emrah Daşdemîr de çêbû ku sala 2018an li navçeya Kizilcahamamê ya Enqereyê hatibû kuştin.
Akin Gurlek ragihand ku bi saya lêkolîna hûrgilî ya tomarên telefonê, tevgerên sînyalan û peyamên medyaya civakî, biryara "nehiştina şopandinê" ya berê hat rakirin.
Di encama van xebatan de gumanbar Halîl Can Çelîk hatiye desteserkirin.



