Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ew bi pêvajoya niha welatê xwe ji derdekî 40 salî rizgar dikin û got, “Dê êdî ji Dêrsimê bêhna kulîlkan bilind bibe.”
Erdogan her wiha got, "Sermayeya me ya herî mezin biratiya me ye. Em dê bi biratiyê sedsala 21ê bikin 'Sedsala Tirkiyeyê'."
Erdogan li Enqereyê beşdarî merasîma salvegera 25an a damezrandina partiya xwe bû.
Wî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û beşeke girîng a axaftina xwe ji bo pêvajoya çareseriyê veqetand.
Erdogan di destpêka axaftina xwe de silav da hevpeymanê xwe yê Hevpeymaniya Cumhur, Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî.
Wî destnîşan kir ku AK Partî 25 sal berê wekî "hêviya milet" ava bûye.
"Em Tirkiyeyê ji barekî 40 salî rizgar dikin"
Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser pêvajoya nû ya çareseriyê û got:
"Me got 'Em dê pirsgirêka terorê çareser bikin'. Em wekî Hevpeymaniya Cumhur, Tirkiyeyê ji bar û derdekî 40 salî rizgar dikin. Divê em vê ji bîr nekin, sermayeya me ya herî mezin biratiya me ye.
Eger em biratiya xwe biparêzin, ti kes nikare bi çavekî xirab li vî welatî binêre. Welatê me dê bi biratiyê mezin û xurt bibe."
"Em planên emperyalîst pûç dikin"
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku armanca wan a sereke avakirina paşerojeke aram e ji bo nifşên nû û wiha domand:
"Em çi dikin, em ji bo wê yekê dikin ku em vê meselê bi temamî çareser bikin. Em dixwazin ji bo zarokên xwe Tirkiyeyeke bêteror û herêmeke bêteror bihêlin.
Binêrin, em ne tenê pirsgirêka terorê diqedînin. Bi îzna Xwedê, em bi terorê re wan planên emperyalîst jî pûç dikin ku hundirê Tirkiyeyê tevlihev dikin."
"Dê avên Dîcle, Firat û Munzurê bi coştir biherikin"
Erdogan di gotara xwe de amaje bi erdnîgariya Bakurê Kurdistanê kir û got:
"Êdî dê avên Dîcle, Firat û Munzurê zelaltir û bi coştir biherikin. Em dê careke din hevdû hembêz bikin. Em dê li mizgeftên Mêrdînê di heman nimêjê de di heman refê de bisekinin.
Biratiya me careke din biwate dibe û dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Rêyan vekin, Komara Tirkiyeyê ya mezin tê."
"Dê dayîk hêsiran nerêjin"
Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ser zererên şerê 40 salî yê bi PKKyê re û got:
"Kî ji bidawîbûna terorê xemgîn dibe? Tenê ew kesên ku hesabên wan li ser Tirkiyeyê hene. Ewên ku ji xwînrijandinê sûdê werdigirin xemgîn dibin.
Lê êdî li vî welatî dê dayîk hêsiran nerêjin. Ciwanên me nakevin bin axê û enerjiya welatê me pûç nabe."
Serokkomarê Tirkiyeyê di axaftina xwe de diyar kir ku ew 50 sal in di nav siyasetê de ye.
Wî da zanîn ku heta can di laşê wî de hebe, ew dê bi "eşq û evînê" ji bo xizmeta Tirkiyeyê bixebite.
Bingeha civakî ya pêvajoya nû tê amadekirin
AK Partî 14ê Tebaxa 2001ê hatiye damezrandin û 22 salên dawî bi tenê li ser desthilatê ye.
Ev salvegera 25an di demekê de tê pîrozkirin ku roja 10ê Tebaxê "Yasaya Bihêzkirina Piştevaniya Neteweyî û Yekîtiya Civakî" hat qebûlkirin.
Bi vê yasayê re ji bo çekdanîna PKKyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye.
Peyamên Erdogan ên li ser "biratiyê" û bilêvkirina navên bajar û çemên Bakurê Kurdistanê, wekî hewlekê tên dîtin.
Ev hewl ji bo amadekirina bingeha civakî ya pêvajoya nû û xurtkirina "eniya navxweyî" tê nirxandin.
"Zarokên me yek bi yek diketin bin axê"
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Meseleya terorê ji sala 1984an ve canê me dişewitand. Niha em li zozanan bi rehetî digerin. Zarokên me yek bi yek diketin bin axê.
Ciwanên Tirkiyeyê, serweta wê, moral û xeyalên wê her roj bi terorê û bi çalakiyên xayîn ên terorê diheliyan.
Me çi got? Me got 'Em dê çareser bikin.' Me got 'Em dê Tirkiyeyê ji vê tengasiya 40 salî rizgar bikin.' Spas ji Xwedê re, va ye em wekî Hevpeymaniya Cumhur vê yekê çareser dikin û me çareser kir.
Em bi piştgiriya Parlamentoya me û bi diaya xêrê ya miletê me yê ezîz çareser dikin. Em bi qehremaniya şehîdên me û bi fedakariya gaziyên me çareser dikin.
Wekî 86 milyon mirov em destên xwe didin hev, dil û armancên xwe dikin yek û em çareser dikin. Em bi avakirina lihevkirina Tirkiyeyê ku beşên cuda anîne cem hev çareser dikin."
"Dê ji Dêrsimê bêhna kulîlkan bilind bibe"
"Niha dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Rêyan vekin, Komara Tirkiyeyê ya mezin tê. Niha dê ji hemû cîhanê û ji her bajarê Tirkiyeyê geştyar biherikin Sûra Amedê.
Niha dê ji çiyayên Dêrsimê ne bêhna barûtê lê bêhna kulîlkan bilind bibe. Niha dê li çiyayên Cîloyê govend werin gerandin. Dê avên Dîcle, Firat û Munzurê ji niha û pê ve zelaltir û bi coştir biherikin.
Em dê careke din hevdû hembêz bikin. Em dê li mizgeftên Mêrdînê di heman nimêjê de di heman refê de bisekinin.
Em dê li Rihayê guh bidin heman dengê bangê. Ziman çi dibe bila bibe, em dê stranên heman hestan bi hev re bistirên.
Wekî 86 milyon mirov di nav yekîtî û yekrêziyê de, di nav biratiyê de, em dê ber bi paşerojê ve bi gavên ewletir bimeşin."



