Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gul, weşandina yasaya pêvajoya çareseriyê ya di Rojnameya Fermî de nirxand û got, “Di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de deriyekî nû vebû.”
Gul da zanîn ku ev yasa dê li Tirkiyeyê deriyê serdemeke nû veke û wî ji bo vê pêngavê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî pîroz kirin.
Li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da
Serokkomarê 11emîn ê Tirkiyeyê Abdullah Gul, li ser hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Gul, "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" nirxand ku li ser pêvajoya çareseriyê ye û di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Gul destnîşan kir ku ev gava yasayî rê li ber çekdanîna endamên PKKyê û vegera wan a ji çiyê vedike.
Wî anî zimên ku ev ji bo aramiya Tirkiyeyê derfeteke mezin e û deriyê serdemeke nû vedike.
"Deriyekî nû vekir"
Abdullah Gul di peyama xwe de bal kişand ser rola wan aktorên ku di pêvajoyê de berpirsyarî wergirtine û got:
"Yasaya ku îro bi pesendkirina Serokkomarê birêz di Rojnameya Fermî de hat weşandin, di çareseriya Pirsgirêka Kurdan de deriyekî nû vekir. Ev yek ji mijarên girîng ên dîroka komara me ye.
Ez ji bo vê gava wêrek, berî her tiştî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û hemû serokên siyasî pîroz dikim."
Serokkomarê berê yê Tirkiyeyê her wiha spasiya wan rayedarên dewletê jî kir ku li paşperdeyê bi hûrgulî bingeha yasayê amade kirine û wiha domand:
“Ez hêvî dikim ev yasa ji bo Tirkiyeyê bibe sedema xêrê. Min her tim baweriya xwe parast ku dê tiştên baş pêk bên.”
Divê were gotin ku îro "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat pesendkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin.



