Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora BÎSAMê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo ku malbateke 4 kesî karibe xwarineke tendurist û hevseng bixwe, divê mehane 37 hezar û 203 lîreyan xerc bike. Sînorê hejariyê jî gihişt 122 hezar û 217 lîreyan.
Navenda Lêkolînên Çînayetî ya Sendîkaya Karkerên Metalê yên Yekbûyî (BÎSAM), Rapora Birçîbûn û Hejariyê ya Tebaxa 2026an belav kir.
Li gorî hesaban, lêçûna mehane ya ku ji bo xwarineke tendurist û hevseng a malbateke çar kesî pêwîst e, di Tebaxê de derketiye 37 hezar û 203 lîreyan.
Hat destnîşankirin ku ev mêjer, lêçûna herî kêm e ku tenê ji bo xwarinê pêwîst dike.
Li ser bingeha sînorê birçîbûnê û bi hîmgirtina lêçûnên serfkirinê yên malbatan, sînorê hejariyê jî wekî 122 hezar û 217 lîre hatiye diyarkirin.
Lêçûna mehane ya xurekên ku ji bo xwarineke tendurist û hevseng a mêrekî mezin pêwîst dike, 10 hezar û 25 lîre hatiye diyarkirin.
Ev yek ji bo jineke mezin 9 hezar û 649 lîre, ji bo ciwanekî 15-18 salî 10 hezar û 473 lîre û ji bo zarokekî 4-6 salî jî 7 hezar û 57 lîre ye.
Di nav lêçûnên rojane yên tebaxê de, bi 431,31 lîreyan barê herî giran ket ser milê şîr û berhemên şîr. Li pey vê, bi lêçûna 288,82 lîreyan koma sebze û fêkî tê.
Goştê sor, masî û mirîşk bi 209,80 lîreyan bû komeke din a girîng a xurekê ku di lêçûnan de derdikeve pêş.
Lêçûna ku ji bo hêkan pêwîst dike jî wekî 24,90 lîreyan hatiye diyarkirin.
Ev pere ji bo dexl û danê hişk 28,87 lîre; ji bo koma birinc, savar, meqarne û arvan 19,14 lîre; ji bo nan 86,67 lîre; ji bo rûn û zeytê 78,43 lîre û ji bo şekir, hingiv, rîçal û dimsê jî 43,98 lîre ye.



