Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Damezirêner ê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul û hevjîna wî îro serê sibehê di operasyonekê de hatin desteserkirin.
Lêgerîna bi piştgiriya hêzên taybet a li nav mala wan a li navçeya Seyhanê ya Edeneyê berdewam dike û li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên tund hatine wergirtin.
Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê Oktay Saral sêşemê wiha gotibû:
"Dema te jî hat Kuytul! Tu hîn jî nehatiyî ser hişê xwe, dora te jî tê!"
Tîmên Gerînendehiya Ewlehiyê ya Edeneyê vê sibehê bi ser mala Serokê Damezirêner ê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul de girt.
Kuytul û hevjîna wî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Pişt re jî kar û barên yasayî yên gumanbaran dest pê kir û ji bo piştgiriyê hêzeke mezin a ewlehiyê çû herêmê.
Kuytul û hevjîna wî û hinek endamên weqfê, di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de ji bo kontrola tenduristiyê birin Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.
Piştî wergirtina rapora tenduristiyê, kesên desteserkirî birin Gerînendehiya Ewlehiyê.
Hêzên taybet hatin şandin
Li taxa Reşatbeyê ya Seyhanê ya ku operasyon lê pêk hatiye, tevgereke zêde heye.
Hêzên taybet li kolanan û derdora mala Kuytul tedbîrên tund ên ewlehiyê wergirtine.
Hatin û çûyîna navçeyê tê kontrolkirin 3u lêgerîna tîman a li mala serok û endamên Weqfa Furkanê berdewam dike.
Oktay Saral gotibû "Dora te jî tê"
Piştî ku Serokê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul nerazîbûn nîşanî operasyona li dijî Cemaeta "Silêmanciyan" da, Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê Oktay Saral bertek nîşanî wî da û got:
"Dema te jî hat Kuytul! Tu hîn jî nehatiyî ser hişê xwe, dora te jî tê!"
Weqfa Furkanê
Weqfa Furkanê sala 1994an ji aliyê Alparslan Kuytul ve li Edeneyê hatiye damezirandin.
Ev tevger çalakiyên olî yên wekî perwerdeya Îslamî, kursên fêrbûna Quranê û zanistên Îslamî û konferansan saz dike, her wiha pirtûk û kovaran çap dike.


