Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 70 karkerên ji Şirnexê yên ku ji bo komkirina fistiqan çûbûn Zonguldakê, 2 caran rastî êrişê hatin.
Parlamenterên DEM Partiyê xwest ku ewlehiya karkeran were parastin û ragihand ku pêvajoya darazê dest pê kiriye.
Li gorî nûçeya MAyê, karkerên ji navçeyên Cizîr û Silopiyayê yên Şirnexê ji bo karê demsalî çûbûn gundê Bektaşliyê yê navçeya Alapliyê ya Zonguldakê.
Hat diyarkirin ku karker û malbatên wan 2 rojan rastî êrişan hatine.
Parlamenterên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Şirnexê derbarê dîmenên ku li ser torên civakî belav bûne daxuyaniyek da.
Parlamenteran diyar kir ku agahiya êrişê doh gihîştiye ber destê wan.
Karkeran doh danê sibehê bi DEM Partiyê re pêwendî daniye û pişt re li gel Parêzgariya Zonguldakê û Qaymeqamiya Alapliyê hevdîtin hatine kirin.
Di hevdîtinan de hat gotin ku cendirmeyan midaxele kiriye û ewlehiya karkeran hatiye parastin lê belê karker êvarê dema ku ji zeviyan vedigeriyan careke din rastî êrişê hatine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “her çend cendirme li cihê bûyerê bûn jî wan nekarî rê li ber êrişê bigirin.”
Li ser vê yekê bi Qaymeqamê Alapliyê re hevdîtineke din hat kirin û hat xwestin ku ewlehiya zêdetirî 70 karker û malbatên wan bi awayekî çalak were parastin.
Qaymeqamiyê jî ragihand ku ew li ser veguhastina malbatan a ji bo cihekî ewle yan jî standina tedbîrên ewlehiyê dixebitin.
Pêvajoya darazê dest pê kir
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku Serdozgeriya Komarê ya Alapliyê li ser êrişê pêvajoya darazê dest pê kiriye.
Parlamenteran da zanîn ku karker ji bo debara xwe bi sedan kîlometre rê çûn û got:
“Parastina ewlehiya canê gelê me berpirsyariya saziyên dewletê ye.”
Parlamenteran diyar kir ku ew dê ji bo parastina ewlehiya karkeran û lêkolîna êrişê bibin şopînerê pêvajoyê.
#VÎDEO - Li Zonguldakê êrişî karkerên Kurd hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) August 22, 2026
🛑 Li parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê, komek karkerên demsalî yên ji parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê rastî êrişê hatin
🛑 Di dîmenan de tê dîtin ku di nav karkeran de zarok jî hne
🛑 Hat zanîn ku ew karkerên ji… pic.twitter.com/YjDQnIvYnD


