کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: Arşîv

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Pêvajoya çareseriyê: Komîteya Şopandin û Tesbîtkirinê sibe dicive

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

23-08-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran23-08-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Şopandin û Nirxandinê ya pêvajoya çareseriyê sibe dicive.

Ev komîte di çarçoveya "Qanûna Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekbûna Civakî" de hatiye avakirin.

Ev qanûn wekî qanûna çarçoveyê ya ji bo şopandin, koordînasyon û bicihanîna pêvajoya aştiyê tê zanîn.

Civîna ykem a komîteyê dê sibe bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz were kirin.

Wezîrên Dad, Karên Derve, Karên Navxwe û Parastinê yên Tirkiyeyê di komîteyê de cih digirin.

Her wiha Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, serokê îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) û Sekreterê Giştî yê Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) jî di komîteyê de ne.

Di civîna yekem de dê behsa komîteyên jêrîn bê kirin.

Ji bo kar û barên dadî jî dê komîteyek hebe

Tê plankirin ku komîteya jêrîn a yekem li ser radestkirina çekan û mekanîzmaya piştrastkirina li qadê be.

Tê pêşbînîkirin ku komîte dê bişopîne ka dê çek li kîjan cihî, bi kîjan salnameyê û bi kîjan rêbazê werin radestkirin.

Dê ji bo kar û barên dadî jî komîteyek bê avakirin.

Rayedarên Wezareta Dadê û ew dadwer û dozgerên ku dê di bicîkirinê de cih bigirin dê beşdarî vê komîteyê bibin.

Armanca vê komîteyê ew e ku dosyeyên endamên rêxistinê yên ku teslîm bûne li gorî statuya wan a hiqûqî dabeş bike.

Lê belê dadwerê înfazê dê biryarê li ser bipaşxistina înfazê bide, ne komîteya jêrîn.

Pêvajoya lihevhatina civakî û rehabîlîtasyonê

Ji bo pêvajoya lihevhatina civakî û rehabîlîtasyona wan endamên PKKyê yên ku dê çekên xwe deynin û vegerin Tirkiyeyê jî dê komîteyek bê avakirin.

Tê plankirin ku psîkolog, psîkiyatrîst, bijîşk û pisporên xizmeta civakî yên ji Wezareta Xizmetên Malbat û Civakî û Wezareta Tenduristiyê di vê komîteyê de werin peywirdarkirin.

Dê komeke din a xebatê jî ji bo serlêdan û tomarkirina wan kesan bê avakirin ku dixwazin sûdê ji qanûnê wergirin.

Gavên ku dê di çarçoveya qanûna çarçoveyê de werin avêtin, bi şerta weşandina biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ve hatine girêdan.

Ev biryar jî dê li ser piştrastkirina danîna çekan a PKKyê be.

Di qanûnê de bipaşxistina ceza û înfazê heye ji bo wan endamên rêxistinê ku dê di nava 6 mehan de serlêdanê bikin.

"Qanûna Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekbûna Civakî" li Desteya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi 467 dengên "erê" hatibû qebûlkirin.

 

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Pirsên