Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li ser êrişa ku li navçeya Alapliyê ya Zonguldakê rû daye daxuyaniyek da.
Zêdetirî 70 karkerên ji Şirnexê yên ku ji bo komkirina findiqan çûbûn Zonguldakê, 2 caran rastî êrişê hatin.
Êriş li gundê Bektaşliyê yê Zonguldakê qewimî.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
Gurlek destnîşan kir ku Serdozgeriya Komarê ya Eregliya Deryaya Reş lêpirsîn daye destpêkirin.
Wî da zanîn ku ji bo ronîkirina bûyerê kar û barên pêwîst bi hûrgilî didomin.
"Divê bûyer neyê giştîkirin"
Akin Gurlek tekez kir ku divê wateyên cihêreng li bûyerê neyên barkirin û got:
"Divê bûyer neyê giştîkirin û aramiya civakî neyê xerakirin."
Her wiha wî bangî raya giştî kir ku tenê guh bidin wan zanyariyên ku saziyên fermî parve dikin.
Gurlek di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
"Karkerên me yên çandiniyê yên demsalî jî di nav de, aramiya her welatiyekî me, ewlehî û parastina mafên wan di bin garantiya dewleta me de ye."
Wezîrê Dadê diyar kir ku dê saziyên dadî li hemberî berpirsiyarên bûyerê karê xwe bikin.
Wî di dawiya daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku lêpirsîn didome.

.webp&w=3840&q=75)
