Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Şopandin û Nirxandinê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Çareseriyê de hatiye avakirin, dest bi civîna xwe ya yekem kir.
Civîn bi serokatiya Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li Beştepeyê tê lidarxistin.
Di çarçoveya pêvajoyê de "Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" hatibû amadekirin.
Ev yasa di nava xelkê de wekî "yasaya çarçoveyê" tê zanîn.
Piştî ku yasa di Rojnameya Fermî de hat weşandin xebatên destpêkê dest pê kir.
Di civînê de dê şopandina pêvajoyê û çekdanîna PKKyê werin nirxandin.
Her wiha dê avakirina komîteyan were gotûbêjkirin.
Tê payîn ku di civînê de komîteyên jêrîn werin diyarkirin.
Ev komîte dê di bin banê Komîteya Şopandin û Nirxandinê de bixebitin.
Pêvajo dê bi pergala "3T"yê bimeşe. Ev pergal ji qonaxên piştrastkirin, tespîtkirin û taahudê pêk tê.
Tê payîn ku yek ji komîteyên jêrîn bi navê "Komîteya Bêçekbûn û Siyasîbûnê" were avakirin.
Tê pêşbînîkirin ku Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan di vê komîteyê de bi statuya "taahudker" cih bigire.
Xebat û biryarên Komîteya Şopandin û Nirxandinê dê bibin binesaziya biryarên Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê.
Biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî dê li ser fesixbûna PKKyê û teslîmkirina çekan be.
Tê payîn ku piştî weşandina biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya di Rojnameya Fermî de, yasa bi temamî were bicihkirin.
Piştî wê yekê dê serlêdanên veger, bipaşxistin û berdanan werin wergirtin.
Komîte dê piştî biryara Meclisa Ewlehiya Neteweyî jî xebatên xwe berdewam bike û dê nirxandinên demkî bike.
Dema pêwîst bike komîte dikare nûnerên wezaret û saziyan an jî kesên din vexwîne civînan.
Ev yek jî di nav desthilatên komîteyê de ye.
Wezîr û serokên saziyan beşdar bûn
Gelek berpirsên pilebilind beşdarî civîna li Beştepeyê bûn.
Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çiftçi, Wezîrê Dadê Akin Gurlek û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler beşdarî civînê bûn.
Her wiha Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê Meclisa Ewlehiya Neteweyî Oktay Memîş jî tevlî civînê bûn.



