Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê navçeya Esenyurtê ya Stenbolê Ahmet Ozerê ku di çarçoveya doza “Rêxistina Sûcê ya Azîz Îhsan Aktaş” de dihat darizandin 8 meh û 10 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Dadgehê aşkerekirina biryarê bi paş xist lê biryara qedexekirina peywira karmendiyê ji bo wî da.
Di doza ku di raya giştî de wekî "Doza Azîz Îhsan Aktaş" tê zanîn de, darizandina 200 bersûcan berdewam dike. Ji wan bersûcan 5 kes girtî ne.
Di îdianameyê de tê îdiakirin ku Azîz Îhsan Aktaş rêxistineke sûcê ava kiriye û wî bertîl daye gelek kesan.
Di nav wan kesan de şaredar û birêvebirên hinek şaredariyan jî hene.
Aktaş bi tohmetên serkêşiya rêxistinê û bertîldayînê dihat darizandin.
Wî sûd ji hikmên poşmaniya bibandor dît û hat berdan. Aktaş niha bêyî ku girtî be tê darizandin.
8 meh û 10 roj cezayê girtîgehê
Di çarçoveya dozê de biryar li ser Ahmet Ozer jî hat dayîn.
Dadgehê, Ozer ji tohmeta "di belgeya taybet de sextekariyê" beraet kir lê bi tohmeta "bi rêya xemsariyê xerab bikaranîna peywirê" 8 meh û 10 roj cezayê girtîgehê lê bir.
Heyeta dadgehê biryar da ku aşkerekirina hukmê cezayê girtîgehê bi paş bixe.
Her wiha biryar hat dayîn ku peywira karmendiyê li Ozer bê qedexekirin.
Beriya niha jî derbarê Ozer de di heman sûcî de du dosyeyên cuda hebûn.
Di wan dosyeyan de ji 6 mehan heta 2 salan cezayê girtîgehê ji bo wî dihat xwestin.
Bahçelî xwestibû Ozer vegere ser karê xwe
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî berê daxuyaniyek dabû.
Bahçelî di daxuyaniya xwe de gotibû ku divê Ahmet Ozer û Ahmet Turk vegerin ser karê xwe.
Bahçelî gotibû, “Divê Ocalan vegere hêviyê, Ahmet vegerin peywirên xwe û Demîrtaş vegere mala xwe."



