Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya aştiyê peyamek da û got, "Ez îro careke din bangî her kesî dikim, nêrîna wî çi dibe bila bibe, bila bibe beşek ji çareseriyê."
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, piştî civîna kabîneyê ya li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê axivî.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser pêvajoyê de hişyarî dan û got:
“Her hewldana ku pêvajoyê dixe nav zehmetiyan, dînamît dike, provoke dike û li dijî wê derdikeve dê li ber dîrokê berpirsyar be.
Ez bi taybetî li bendê me ku saziyên civaka sivîl û rûspiyên herêmê zêdetir piştgiriyê bidin pêvajoyê.”
Erdogan di axaftina xwe de bang kir û got, “Ez îro careke din bangî her kesî dikim, nêrîna wî çi dibe bila bibe, bila bibe beşek ji çareseriyê.”
"Tirkiye dê bigihîje menzîla xwe"
Sernavên girîng ên axaftina Erdogan wiha ne:
"Tevî şer û pevçûnên li derdora me, em wekî hikûmet hewleke mezin didin da ku Tirkiyeyê di rotaya bipêşketin û refahê de bihêlin.
Di civîna xwe de me li ser siyaseta derve, bazirganî, ewlehî û bi taybetî pêvajoya me ya 'Tirkiyeya Bêteror' û mijarên girîng ên welatê xwe gotûbêj kir.
Tirkiye bi îzna Xwedê di rêya rast de ye. Arasteya wê eşkere ye û ew dê di dawiyê de bigihîje menzîla xwe.
Dema ku pêla şokê ya aloziya Îran û Amerîkayê ya di aboriya cîhanî de kêm bibe, em dê bandora wê ya li ser jiyana rojane bi zelalî bibînin."
Peyamên ji bo pêvajoyê
Erdogan bal kişand ser lihevkirina di parlamentoyê de û axaftina xwe wiha domand:
"Parlamentoyê mînakeke lihevkirina dîrokî nîşan da û yasayeke jiyanî ya ji bo Tirkiyeyê bi 467 dengên 'erê' qebûl kir.
Bi vê lihevkirina mezin a ku di siyaseta Tirkiyeyê de xaleke werçerxanê ye, pêvajoya me ya 'Tirkiyeya Bêteror' bawerî nû kir û hêzeke pir cidî wergirt.
Dema ku li şûna hesabên siyasî yên rojane, bi têgihiştineke ku welat û milet digire navendê tevbigere, demokrasiya Tirkan xwedî wê gihîştinê ye ku her girêkê veke.
Îro careke din ez bangî her kesî dikim, nêrîna wî çi dibe bila bibe, bila bibe beşek ji çareseriyê.
Ev wekî desthilat û tifaqa me, ne tenê mijara me ye, mijareke dewletê ye. Mijara 86 milyonî ye. Miletê me dixwaze ev yek bi awayekî mayînde were çareserkirin.
Werin em Tirkiyeyê ji terorê rizgar bikin û deynê xwe yê spasiyê yê ji bo şehîd û gaziyên xwe bi cih bînin."
"Kî li dijî pêvajoyê derkeve dê berpirsyar be"
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku nêteke wan a veşartî nîne û got:
"Her hewldana ku pêvajoyê dixe nav zehmetiyan, dînamît dike, provoke dike û li dijî pêvajoyê cih digire, dê li ber dîrokê berpirsyar be.
Ez bi taybetî li bendê me ku saziyên civaka sivîl û rûspiyên herêmê zêdetir piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Dema ku Tirkiye li gel welatiyên xwe ji bo her kesê li herêmê aştiyê dixwaze, planên torên cinayetê yên li ser xwîn û şer hatine avakirin têk diçin.
Em dibînin bê ka kîjan senaryoyên bi xwîn li ser herêma me tên nivîsandin. Bi îzna Xwedê em dê rê nedin ku ev werin bicihkirin.
Ji ber ku hinek naxwazin, dilgiran in û planên wan têk diçin, em dê dev ji têkoşîna ji bo avakirina aştiyê ya li herêma xwe bernedin.
Ji ber ku torên cinayetê yên ku xwîna bêsûcan di destê wan de ye aciz dibin, em dê dev ji piştgiriya ji bo başbûna cîranên xwe bernedin.
Wekî ku hinek îdia dikin ajanda yan jî nêteke me ya veşartî nîne. Armanca me ew e ku avhewaya aştiyê li derdora me serdest bibe."


.webp&w=3840&q=75)
