Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê ragihand ku welatiyên Sûriyeyê êdî bi vîzeyên xwe, ne tenê bi rêya asmanî lê di ser hemû deriyên bejahî re jî dikarin biçin Tirkiyeyê.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Şamê diyar kir ku wan derbarê vîzeyên welatiyên Sûriyeyê dest bi rêkareke nû kiriye.
Mercê rêwîtiya asmanî rabû
Li gorî daxuyaniya balyozxaneyê, mercê "rêwîtiya bi rêya asmanî" yê ku beriya niha ji bo vîzeyên Tirkiyeyê dihat xwestin, êdî nemaye.
Kesên xwediyê vîzeyên derbasdar ên ku ji nûnertiyên Tirkiyeyê standine, li gel rêya asmanî, êdî dikarin bi rêya deriyên bejayî jî biçin Tirkiyeyê.



