Hewlêr (Rûdaw) - Bi hevahengiya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê lêpirsîneke berfireh hat destpêkirin.
Ev lêpirsîn li dijî wan hesabên medyaya civakî ye ku pêvajoya çareseriyê dikin armanc û li dijî wê derdikevin.
Saziyên ewlehiyê tevlî bûn
Serdozgeriyên Komarê, Daîreya Têkoşîna li Dijî Tawanên Sîber a Birêvebiriya Ewkehiyê û yekîneyên Têkoşîna li Dijî Terorê tevlî lêpirsînê bûne.
Xebat bi hevahengiya Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê tên kirin.
Armanca sereke ya lêpirsînê ew hesab in ku pêvajoya "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" dikin armanc û li dijî wê ne.
Dezenformasyon û provokasyon
Li gorî zanyariyan, di encama lêpirsînên saziyên pêwendîdar de hatiye destnîşankirin ku hinek hesab propagandaya terorê dikin.
Her wiha hinek hesab jî bi rêya dezenformasyon û manîpulasyonan hewl didin raya giştî bixapînin.
Ew hesabên medyaya civakî, zanyariyên nerast û derew ên li ser pêvajoyê belav dikin.
Hat diyarkirin ku hinek bikarhêner jî bi parvekirinên provokatîf, kîn û dijminatiyê di nav gel de gur dikin.
"Dê demildest kar û barên yasayî dest pê bike"
Rayedarên Serokatiya Ragihandinê ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku xebatên wan ên li ser qadên dîjîtal bi awayekî berfireh didomin.
Hat ragihandin ku dê li ser hemû wan naverok û hesaban demildest kar û barên yasayî werin destpêkirin.
Ev gav ji bo wê yekê tê avêtin da ku rê li ber xetimandina pêvajoyê were girtin.
Hişyariyên Ocalan û Erdogan
"Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" 10ê Tebaxa 2026an li Parlamentoya Tirkiyeyê bi 467 dengan hat pesendkirin.
Piştî pesendkirina yasayê, li ser medyaya civakî belavkirina nûçeyên nerast ên li ser pêvajoyê zêdetir bûn.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 25ê Tebaxa 2026an bi rêya Şandeya Îmraliyê daxuyaniyek belav kiribû.
Ocalan hişyarî dabû ku "girtename û notên hevdîtinê" yên ku li ser navê wî tên parvekirin provokasyon in û armanca wan têkdana pêvajoyê ye.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî ji hemû aliyan xwestibû ku hestiyariyên pêvajoyê li ber çav bigirin û li gorî ruhê wê tevbigerin.
Erdogan peyameke taybet dabû saziyên medyayê û gotibû:
"Siyaset her roj tê kirin lê ti hincet ji bo xistina sîhê ya li ser hewldana rizgarkirina Tirkiyeyê ya ji pirsgirêkeke nîvsedsalî nabe.
Rewş ji bo saziyên me yên medyayê û rojnamegeran jî heman e.
Mafê ti kesî nîne ku tenê ji bo zêdetir werin temaşekirin an jî zêdetir reytingê bi dest bixin vê mijarê enfekte bikin.
Ji ber ku ev, wekî desthilat û hevpeymaniyê ne tenê mijara me ye, mijareke dewletê ye.”



