Hewlêr (Rûdaw) - Omer Çelîk ragihand ku ew piştgiriya serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dikin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk destnîşan kir ku divê Sûriye wekî welatekî yekgirtî ber bi paşerojê ve bimeşe.
Omer Çelîk tekez kir ku piştî fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), ji bo xurtkirina yekrêziya navxwe ya Sûriyeyê qonaxeke girîng hatiye derbaskirin.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê pêşhatên dawî yên li Sûriyeyê û bi taybetî fesixkirina HSDyê daxuyaniyek belav kir.
Çelîk ragihand ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di serdemên herî dijwar ên şerê navxwe de ji bo parastina miletê Sûriyeyê ya li dijî "teror û êrişên emperyalîst" têkoşîneke mezin daye.
Omer Çelîk bal kişand li ser fesixkirina HSDyê û nexşerêya nû ya li Sûriyeyê û got:
"Piştî fesixkirina HSDyê ji bo xurtkirina yekparçeyiya navxwe ya Sûriyeyê qonaxeke girîng hat derbaskirin.
Gavên giştgir ên birêvebiriya Şer dihêlin ku Sûriye ji tarîtiya serdemên paşerojê rizgar bibe û ber bi paşerojeke saxlem ve bimeşe."
Siyaseta biratiyê
Berdevkê AK Partiyê diyar kir ku armancên wan ên "Tirkiyeya Bêteror" û "Herêma Bêteror", wan planên ku armanc dikin herêmê parçe bikin û talan bikin pûç dikin û da zanîn:
"Ev îrade ji bo birayên me yên Kurd ên li herêmê jî nîşaneya paşerojeke ronî ye.
Em dê di piştgiriya hemû pêngavên ku ji bo aramî, ewlehî û xweşguzeraniya Sûriyeyê û welatên cîran tên avêtin de berdewam bin.
Ev yek pêwîstiya siyaseta biratiyê ye ku Serokkomarê me ava kiriye."
Fesixkirina HSDyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh li Koşka Gel a li Şama paytexta Sûriyeyê di daxuyaniyekê de ragihand:
“HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye.”



