Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Koma Rêya Nû (Yenî Yol) yê Bursayê Cemalettîn Kanî Torun îstifa kir û medyaya Tirkiyeyê angaşt kir ku dê Torun derbasî DEM Partiyê bibe.
Kanî Torun ji Partiya Paşerojê hatibû hilbijartin û pişt re bi partiyên DEVA û Saadetê re li parlamentoyê bi 20 parlamenteran “Koma Rêya Nû” hatibû avakirin û Kanî Torun tevlî vê komê bûbû.
Piştî îstifaya Torun, hejmara parlamenterên Koma Rêya Nû daket 19an û wê mafê ku karibe komekê ava bike winda kir.
Lê Parlamenterê Partiya Jinûve Refahê yê Konyayê Alî Yuksel ji bo ku mafê avakirina komê ji destê wê neçe derbasî Koma Rêya Nû bû hejmara parlamenteran careke din derket 20î.
Li Parlamentoya Tirkiyeyê hejmara parlamenterên serbixwe derket 11an.
Medyaya Tirkiyeyê angaşt dike ku Kanî Torun dê derbasî DEM Partiyê bibe.



