Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser nîqaşa Elewîtiyê got, “Hemwelatîbûna wekhev hêmaneke pêwîst a demokratîkbûnê ye.”
Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya DEMê derbarê nîqaşa Elewîtiyê ku li ser bingeha notên civînê yên ku ji Abdullah Ocalan re hatine veqetandin tê meşandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
"Ti nirxandinên Ocalan ên wisa nînin”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li ser bingeha hevoka "Peymana Yavuz Sultan Selîm û Îdrîsê Bidlîsî" ku rojên dawî tê îdiakirin ku di hin notên Ocalan de hatiye dîtin, nîqaşeke nû li ser Elewîtiyê hatiye destpêkirin.
Komîsyonê tekez kir wekî ku berê ji aliyê Heyeta Îmraliyê û partiyê ve hatibû gotin, Ocalan nirxandineke wisa nekiriye.
"Elewî yek ji damezirînerên vê pêvajoyê ne"
DEM Partiyê diyar kir ku Ocalan Elewiyan wekî yek ji pêkhateyên bingehîn ên pêvajoya aştî û civaka demokratîk dibîne û nêzîkatiyên ku armanc dikin Elewiyan ji vê pêvajoyê dûr bixin bi vê perspektîfê re ne lihevhatî ne.
"Hesasiyetên Elewiyan nabe ku ji bo manîpulekirinê werin bikaranîn"
DEM Partiyê destnîşan kir ku têkoşîna Elewiyan ji bo hemwelatîbûna wekhev, demokratîk û azad ji bo avakirina aştiya civakî girîng e.
DEM Partiyê her wiha tekez kir ku nayê qebûlkirin ev hesasiyet bibe manîpulekirineke siyasî û hewl bidin ku Elewiyan wekî li dijî pêvajoya aştiyê nîşan bidin.
"Civaka Elewiyan xwedî îradeya xwe ye"
Komîsyonê da zanînr ku Elewîtî xwedî baweriyeke xurt û bîreke civakî ye ku li ser prensîbên lêgerîna rastiyê, pirsyarkirinê, aqil, edalet, razîbûn û wekheviyê ye û civaka Elewiyan xwedî îradeya nirxandina wan gotaran e ku li ser navê Elewiyan tên belavkirin.
"Mafê hemwelatîbûna wekhev hêmaneke jêneger e"
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mafê Elewiyan diparêze ku bi awayekî azad bawerî û îbadetên xwe bikin û careke din hat tekezkirin ku mafê hemwelatîbûna wekhev hêmaneke jêneger a demokratîkbûnê ye û Elewî yek ji damezirînerên civaka demokratîk û aştiya mayînde ne.



