Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silivriyê ya Stenbolê li Deryaya Marmarayê 2 keştiyên bazirganiyê li bin guhê hev xist û di bûyerê de 10 kes winda bûne.
Parêzgariya Stenbolê li ser qezayê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, bûyer demjimêr 03:00yan, bi 18 mîlan li başûrê Silivriyê pêk hatiye.
Hat ragihandin ku keştiya bazirganiyê ya bi navê "Alsu" ji Kocaeliyê ber bi Alîagayê ve diçû.
Vê keştiyê û keştiya bazirganiyê ya bi navê "Tugberk Îmamoglu" li bin guhê hev xist ku ji Bendera Skenderûnê ber bi Eregliya Deryaya Reş ve diçû.
Tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê
Li ser agahdarkirinê tîmên Ewlehiya Peravan û helîkoptereke ewlehiyê çûn bûyerê.
Her wiha tîmên Ewlehiya Peravan a Marmarayê û Fermandariya Tengavan jî ketin dewrê.
Pêwendiya bi keştiyê re qut bûye
Li gorî agahiyên destpêkê, keştiya "Alsu" zerereke zêde nedîtiye.
Lê belê keştiya "Tugberk Îmamoglu" û 10 karmendên di nav wê de winda bûne.
Hat diyarkirin ku pêwendiya bi wan re bi temamî qut bûye.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên tîman li herêmê didomin.



