Hewlêr (Rûdaw) - Kesê nijadperest ê ku piştî maça Amedspor û Trabzonsporê di otobusê de heqaret li Kurdan kiribû, hat desteserkirin.
Amedsporê di hefteya sêyemîn a Lîga Super de mazûvaniya Trabzonsporê kir û 2-1 bi ser ket.
Piştî maçê alîgirên Trabzonsporê bi otobusan ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Kesekî di nav otobusê de li dijî Kurdan gotinên xedar û nijadperest kirin.
"Kurdê herî baş ew e ku bimire"
Wî kesî di axaftina xwe ya di nav otobusê de got:
"Kurdê herî baş ew e ku bimire û bikeve gorê. Li hev kom dibin û bi Kurdî diaxivin, divê hûn nedin axaftin. Hûn dê rehmê li wan nekin, hûn dê bi pehînan li wan bixin."
Belavbûna van dîmenan a li ser medyaya civakî di demeke kurt de bû sedema bertekên mezin.
Komeleya Hiqûqnasan a Amedsporê gilî kir
Komeleya Hiqûqnasan a Amedsporê ji ber van gotinên qirêj û nijadperest ên li dijî Kurdan giliyê wî alîgirê Trabzonsporê kir.
Piştî bertekên tund ên li ser medyaya civakî, ew provokatorê nijadperest hat desteserkirin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Mehmet Metîner jî li ser vê mijarê daxuyaniyek da.
Mehmet Metîner li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Ev kes bi fermana Wezîrê Dadê hat desteserkirin. Ji ber hestiyariya wî ez gelekî spasiya wezîrê me Akîn Gurlek dikim."



