Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonekê de 31 parêzer bi tohmeta bikaranîn û firotina agahiyên şexsî yên welatiyan a bi awayekî neyasayî hatine desteserkirin.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek tekez kir ku destwerdana di agahiyên nihênî yên welatiyan de bêyî agahiya wan bi ti awayî nayê qebûlkirin û ew dê di rûbirûbûna tawanên bi vî rengî de berdewam bin.
Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê û Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser parêzeran dest bi lêpirsînekê kiriye.
Tohmeta wan ew e ku wan agahiyên şexsî yên welatiyan bi rêyên neyasayî wergirtine û di sîstemên taybet de bi kar anîne.
Li gorî agahiyên ku Gurlek parve kirine, wan parêzeran bi rêya sîstemeke neyasayî agahiyên welatiyan bi pereyan firotine hinek ofîsên hiqûqî.
Hinek parêzeran jî agahiyên welatiyên ku peywendiya wan a hiqûqî pê re nîne bi dest xistine.
Wan bi gefên wekî "deynê we ketiye bin şopandina yasayî", "we pêvajoya lihevkirinê ji dest da" yan jî "kar û barê hiczê li dijî we dest pê kir" welatî xapandine û ew mexdûr kirine.
Li 39 nivîsgehan lêgerîn
Akin Gurlek destnîşan kir ku di qonaxa yekem a lêpirsînê de, li dijî 10 gumanbarên ku sîstem ava kirine doz hatiye vekirin lê bi kûrkirina lêpirsînê re, delîlên şênber li ser 31 parêzeran hatine dîtin û her 31 kes jî hatine desteserkirin.
Her wiha di çarçoveya operasyonê de tîmên polîsan li 39 nivîsgehên cuda yên parêzeriyê jî dest bi lêgerînê kir.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
"Nihêniya welatiyên me ji bo me parastî ye. Bikaranîna data û agahiyên şexsî ji bo bazirganî û mexdûrkirina milet nayê qebûlkirin.
Em dê li dijî van tawanên sîber bi biryardarî têbikoşin."



