Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê piştî vekirina lêpirsîna bi tohmeta "heqareta li Serokkomar", bi rêya telefonê bi Serokê berê yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu re axivîn û piştgiriya xwe ji wî re diyar kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan tekez kir ku darizandina siyasetmedaran a ji ber nêrînên wan karekî şaş e û nayê qebûlkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, li ser Serokwezîrê berê û Serokê berê yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu, ji ber axaftineke wî ya ku 4 sal berê li Amedê li dijî desthilatê kiribû, bi tohmeta heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê dest bi lêpirsînê kir.
Lêpirsîna li dijî Davutoglu bertekên beşek ji aliyên siyasî li pey xwe anî.
Li gorî daxuyaniyeke Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan roja înê bi Ahmet Davutoglu re pêwendiyeke telefonî pêk anîn û piştgiriya xwe ji bo wî diyar kirin.
Hevserokên DEM Partiyê daxwaza "başiyê" gihandin wî û destnîşan kir ku vekirina lêpirsînan li dijî serokên partiyên siyasî û siyasetmedaran ji ber parvekirina nêrînên wan, bi ti awayî nayê qebûlkirin û ev yek zererê dide demokrasiyê û karekî şaş e.
Gotinên Davutoglu yên 4 sal berê
Ahmet Davutoglu 14ê Nîsana 2022yan di serdana xwe ya Amedê de dema bi welatiyan re diaxivî rexne li desthilatê girt û got:
"Milyonên xwe kirin milyar, pariyê heram xwar û derdora xwe dewlemend kir.
Zava kir wezîr, xizmên xwe dewlemend kirin û Tirkiye pêşkêşî 5 peymankaran kir."
Piştî 4 salan di van rojên dawî de ew vîdeoya wî careke din li ser medyaya civakî hat belavkirin û bû trend.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, roja pêncşemê li ser wê vîdeoyê bi tohmeta “heqareta li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan” li dijî Davutoglu lêpirsîn da destpêkirin.
Davutoglu di çarçoveya lêpirsînê de ji ber van gotinên xwe ji bo îfadeyê hat bangkirin û dê roja duşemê demjimêr 15:00an wekî "gumanbar" li Dadgeha Enqereyê îfadeyê bide.
Ahmet Davutoglu ku di navbera salên 2014-2016an de Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, piştî veqetîna ji AK Partiyê sala 2019an Partiya Paşerojê damezrandibû.
Lê partiyê roja 22ê Tebaxê, bi biryara Davutoglu û bi hinceta "qirêjbûna siyasetê" bi awayekî fermî biryara fesixkirina xwe da.
.webp&w=3840&q=75)


