Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tayîp Temel ragihand ku Şandeya Îmraliyê dê 14ê Îlonê biçe Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan bicive.
Tayîp Temel beşdarî bernameyeke Stêrk TVyê bû û eşkere kir ku Şandeya Îmraliyê ji bo gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê dê roja duşemê 14ê Îlona 2026an biçe Girava Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê.
Şandeya DEM Partiyê dê li gel Abdullah Ocalan bicive û pêşhatên dawî yên li ser pêvajoya çareseriyê gotûbêj bike.
Şandeya Îmraliyê herî dawî 2yê Tebaxê çûbû Girava Îmraliyê û li gel Ocalan hevdîtinek pêk anîbû.
Ev serdana nû ya ji bo Îmraliyê piştî hevdîtina Enqereyê tê kirin.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê 13ê Tebaxê li Koşka Serokkomariyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Saziya Îstixbaratê ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala re li ser pêvajoyê civîneke berfireh li dar xistibû.
Piştî hevdîtinê, Pervîn Buldan û Mîthat Sancar tekez kiribû ku ji bo şopandina gavên şênber ên piştî yasaya pêvajoyê û zelalkirina nexşerêya danîna çekan, pêwîstiya wan bi hevdîtineke rû bi rû ya li gel Abdullah Ocalan heye.
Tê çaverêkirin ku di hevdîtina 14ê Îlonê de mekanîzmayên kar ên komîteyên hatine ragihandin û rola Ocalan a di qonaxa nû de werin nirxandin.


