Hewlêr (Rûdaw) - Şamîl Tayyar li ser avahiya ku tê gotin ji bo Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê hatiye lêkirin hinek agahiyên nû parve kirin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Şamîl Tayyar îdia kir ku ew avahî "vîlayeke duqatî (dubleks)" ye ku hem ji bo mayînê û hem jî wekî ofîsa xebatê hatiye plankirin.
Mijara lêkirina avahiyekê ji bo Abdullah Ocalan piştî destpêkirina pêvajoyê ev demeke dirêj e di rojeva Tirkiyeyê de ye û hûrgiliyên li ser wî xaniyî hêdî hêdî eşkere dibin.
Şamîl Tayyar li ser hesabê xwe yê Xê agahiyên nû belav kirin.
Tayyar îdia kir ku qada girtî ya vê avahiya ji bo Ocalan hatiye çêkirin nêzîkî 250 metreçargoşe ye û rûberê baxçeyê wê jî du qatî qada girtî ya avahiyê ye.
"Xeta înternetê û telefona bi dîmen heye"
Tayyar destnîşan kir ku di nava avahiyê de binesaziya pêwîst a teknîkî hatiye bicihkirin û got ku derfeta telefona bi dîmen û înternetê jî tê de heye.
Li gorî îdiaya Tayyar, Abdullah Ocalan hîn jî bi temamî li vê vîlayê bi cih nebûye lê di demên pêwîst de ji derfetên ofîsa wê sûdê werdigire.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê her wiha ragihand ku Abdullah Ocalan li ser statuya xwe daxwazek pêşkêş kiriye lê ev daxwaz ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve nehatiye pejirandin.
Tayyar diyar kir ku desthilat naxwaze beriya piştrastbûna temamî ya pêvajoya çekdanînê gavên bi vî rengî biavêje.
Şamîl Tayyar amaje bi wê yekê jî kir ku ev demeke dirêj e ew ji van agahiyan agahdar e lê heta niha parve nekirine û wî ev biryara desthilatê wekî "helwesteke rast" nirxand.
Heta niha ji aliyê saziyên fermî yên dewletê ve li ser van îdiayên Şamîl Tayyar ti daxuyaniyên piştrastkirinê nehatine dayîn.
Bahçelî ji Nagehan Alçiyê re çi gotibû?
Ev îdiayên Şamîl Tayyar piştî wê yekê tên ku rojnameger Nagehan Alçiyê ragihandibû ku di hevdîtina xwe ya bi Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî re, Bahçelî jê re gotiye ku li Îmraliyê ji bo Ocalan xaniyekî bi baxçe hatiye çêkirin lê Ocalan derbasbûna nav vî xaniyî red kiriye ji ber ku ew "statuyê" dixwaze.
Mijara şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan di demekê de careke din germ bûye ku biryar e Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî mehekê serdana Girava Îmraliyê bike da ku li gel Ocalan li ser nexşerêya pêvajoyê û rola desteyên nû bicive.
Hûrgiliyên li ser avahiya Ocalan a li Girava Îmraliyê
Avahî û rûber:
• Cureyê Avahiyê: Vîlaya Duqatî (Dubleks)
• Qada Girtî: Nêzîkî 250 metreçargoşe (250 m²)
• Rûberê Baxçeyê: Nêzîkî 500 metreçargoşe
Armanca avahiyê:
• Mayîn: Ji bo jiyana rojane ya asayî
• Ofîsa Xebatê: Ji bo meşandina pêvajoyê û hevdîtinan
Binesaziya teknîkî û pêwendî:
• Xeta înternetê
• Telefona bi dîmen
• Odeya civîn û xebatê
Rewşa bikaranînê:
• Bi temamî tê de bi cih nebûye
• Di demên pêwîst de ji derfetên ofîsê sûdê werdigire
Mijara statuyê:
• Daxwaza Ocalan: Pênasekirina fermî ya statuyê
• Helwesta Enqereyê: Serokkomarê Tirkiyeyê red kiriye
.webp&w=3840&q=75)

