Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an dest pê kir.
Li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, sala nû ya perwerde û hîndekariyê bi tekeziya li ser "biratiyê" dest pê kir.
Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 17 milyon xwendekar çûn ser dersên xwe.
Li dibistanan dê heta 18ê Îlonê çalakî bên lidarxistin.
Bi van çalakiyan tê armanckirin ku di serî de li Xezeyê û li hemû herêmên pevçûnan, li ser mafê jiyan, ewlehî, perwerde û lîstikê yê zarokan hişmendiyek were avakirin.
Ji bo 81 parêzgehan name hat şandin
Wezareta Perwerdeyê ji bo 81 parêzgehan nameyek şand.
Di çarçoveya vê nameyê de dê li dibistanan çalakiyên curbicur bên lidarxistin.
Ev çalakî ji çêkirina balafirokan heta pêşangehên wêneyan, ji peyamên aştî û piştgiriyê heta xebatên li ser mafên zarokan gelek mijaran li xwe digirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, çalakî dê li gorî temen û asta bipêşketina xwendekaran bên amadekirin.
"Haveynê me yekîtî ye"
Ji bo ku bal were kişandin ser aştî û biratiyê, dê dirûşma "Haveynê Me Yekîtî ye, Dersa Me ya Ewil Biratî ye" were bikaranîn.
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê derbarê mijarê de got:
"Zarokên me heman mase, heman kelecan û heman paşerojê parve dikin.
Em bi wan re hêza yekker a biratiyê ji dibistanên xwe ber bi paşerojê ve dibin."



