Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya xwendinê ya 2026-2027an dest pê kir.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi vê boneyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tekez kir ku "Mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bingeha aştiya civakî ye."
Komîsyonê da zanîn ku pergala perwerdeyê ya Tirkiyeyê bi krîzên piralî re rûbirû ye.
Li gorî daxuyaniyê, ev krîz ji xizaniya zarokan, sînordarkirina budceyê, bazirganîkirina perwerdeyê, karkerkirina zarokan heta polîtîkayên zayendperest xwe nîşan didin.
DEM Partiyê diyar kir ku di çareserkirina van krîzan de gava herî watedar ew e ku ji bo bi milyonan zarokan derfeta perwerdeya bi zimanê dayîkê were afirandin.
"Bi milyonan zarokên Kurd ji vî mafî bêpar in"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi milyonan zarok û bi taybetî jî zarokên Kurd, bêyî mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dest bi sala nû ya perwerdeyê dikin.
Komîsyonê bi bîr anî ku perwerdeya bi zimanê dayîkê garantiya bipêşketina zarokan e da ku wekî kesên azad bi nasname, ziman û çanda xwe mezin bibin.
"Divê bi destûrê were misogerkirin"
DEM Partiyê bal kişand ser hewldanên du salên dawî yên li Tirkiyeyê û destnîşan kir ku armanca "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" avakirina pergaleke demokratîk e.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
"Atmosfereke civakî ya demokratîk, piralî û wekhev tenê bi garantîkirina mafên ziman û çandên cuda pêkan e.
Ji ber vê yekê, misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê ya di warê qanûnî û destûrî de, yek ji gavên herî girîng e ber bi aştî û veguherîna demokratîk ve."
"Dersa vebijarkî têrê nake"
DEM Partiyê qala mafê dersa vebijarkî ya du saetan a heyî kir û ew wekî destkeftiyeke girîng a têkoşîna bi salan nirxand lê tekez kir ku gava rasteqîn ew e ku zimanê dayîkê bibe zimanê perwerdeyê.
Komîsyonê her wiha hişyarî da ser zext û êrişên li dijî saziyên zimanê Kurdî û kesên ku bi Kurdî diaxivin û pê de çû:
"Ev êriş ji bo provokasyonan zemînê amade dikin. Xurtkirina yekîtiya demokratîk tenê bi misogerkirina wekheviya rastîn a di navbera zimanan de mimkun e."
Bangî Parlamentoya Tirkiyeyê kir
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku mafê zimanê dayîkê civakê ji hev qut nake, berevajî wê dike yek û ev maf nayê dewrkirin.
Komîsyona DEM Partiyê got:
"Di serî de Parlamentoya Tirkiyeyê, em bangî saziyên îdarî, sivîl û tevahiya civakê dikin ku di naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê de berpirsiyariyeke dîrokî bigirin ser xwe."



