Hewlêr (Rûdaw)
- Burak Ş. li navçeya
Tarsusê ya Mêrsînê di pevçûnekê de bi hesinekî apê xwe Saît Şahbaz (68 salî)
kuşt û jinapa xwe Nîhal Şahbaz jî bi giranî birîndar kir.
Bûyerê derdora demjimêr
16:30î li Taxa Gulekê ya Tarsusê rû da.
Burak Ş. çû mala apê
xwe Saît Şahbaz û bi jinapa xwe Nîhal Şahbazê re ji ber bi sedemeke ku hîn nayê
zanîn, ket nîqaşê.
Nîhal Şahbaz
piştî ku rastî êrişa Burak Ş. ya bi hesinekî hat, ji bo alîkariyê gazî mêrê xwe
kir.
Dema ku Saît
Şahbaz ket odeyê gumanbar bi heman hesinî êrişî wî jî kir.
Cîranan piştî êrişê
jin û mêr di nava xwînê de li erdê dîtin, piştî ku rayedar agahdar kirin û tîmên
tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê
piştrast kir ku Saît Şahbaz miriye û wan Nîhal Şahbaza ku bi giranî birîndar
bûbû bi ambulansê rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê.
Tedawiya wê berdewam
dike lê birîna wê dijwar e û metirsî li ser jiyana wê heye.
Piştî lêkolîna li
cihê bûyerê, termê Saît Şahbaz ji bo otopsiyê şandin morga Enstîtuya Tipa Dadî ya
Mêrsînê.
Cendirmeyan
gumanbar desteser kir û lêkolîna derbarê bûyerê didome.



