Hewlêr (Rûdaw) - Xaniyê ku li Girava Îmraliyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, di rojeva pêvajoyê de bûye sedema nîqaşên germ.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku hefteya borî ev mijar bi rêya rojnameger Nagehan Alçiyê piştrast kiribû, piştî îdiayên "vîllaya Ocalan" li ser vê mijarê daxuyaniyeke nû da.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li ser mijarê got:
"Tiştekî bi navê vîllayê nîne, xaniyekî 250 metreçargoşeyî hatiye çêkirin.
Abdullah Ocalan 26 sal in di girtîgehê de ye û emrê wî mezin bûye.
Di vê pêvajoyê de fesixkirina rêxistinê girîng e û piştgiriya wî ya di vê pêvajoyê de gelekî biqîmet e.
Ew xanî jî ji bo wê yekê hat avakirin da ku karibe hevdîtinên xwe tê de bike û peyamên xwe bide.
Dema pêwîst bike bila bi rojnamegeran re jî rûne.
Divê ev derfet werin dayîn û dê werin dayîn jî."
Heman mijar berî niha ji Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek hatibû pirsîn lê Gurlek lêkirina xaniyekî taybet ji bo Abdullah Ocalan red kiribû.
Babacan: Divê Erdogan vê mijarê zelal bike
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan bal kişand ser nakokiya di navbera aliyên desthilatê de û anî ziman:
"Divê birêz Erdogan vê mijarê zelal bike.
Ji ber ku şirîkê desthilatê dibêje tiştekî wiha heye lê karmendê girêdayî wî, Wezîrê Dadê dibêje tiştekî wiha nîne.
Divê destpêkê ev yek were zelalkirin."
ÎYÎ Partiya ku li dijî pêvajoyê derdikeve jî li ser hesabê xwe yê torên civakî vîdeoyeke bi hişê çêkirî ya xaniyê li Girava Îmraliyê bi sernavê "Vîllaya bi baxçe ya ji bo firotinê" belav kir.
Di wê vîdeoyê de kesekî ku Abdullah Ocalan sembolîze dike, li kêleka hewzê li ser şezlongê rûniştiye û ava porteqalê vedixwe.
Berdevkê ÎYÎ Partiyê Bugra Kavuncu li ser vîdeoyê got:
"Ne pirsgirêka xaniyan a welatiyan lê xaniyê Ocalan tê axaftin.
Binêrin vîllayeke bi baxçe tê lêkirin, beşek ji baxçeyê wê ax û beşek jî beton e.
Diyar e daxwaza wî ya werzişê li ber çavan hatiye girtin û wilo hatiye dîzaynkirin."
Pervîn Buldan: Ew der ne vîlla ye, beşeke girtîgehê ye
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldana ku roja yekşemê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyabû, nerazîbûn nîşanî îdiayên "vîllayê" da û anî zimên:
"Avahiya nû hema bêje beşeke girtîgehê ye.
Pênasekirina wî cihî bi niyeteke xirab wekî vîlla û qadeke rihetî û xweşiyê, pêwendiya wê bi rastiyê re nîne.
Birêz Ocalan hîn jî derbasî wî cihî nebûye, ji ber ku li wî cihî pêwîstiya wî bi tîmeke xebatê heye."
Xanî ji du qatan pêk tê
Li gorî agahiyan, xaniyê ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin duqatî ye.
Qata jêr wekî ofîsa xebatê û qata jor jî wekî cihê mana wî hatiye amadekirin.
Hat diyarkirin ku Ocalan bi tena serê xwe naxwaze li wir bimîne.
Li gorî agahiyên ku rojnameger Nagehan Alçiyê ji zarê Bahçelî veguhastine, Ocalan ji ber daxwaza statuyê niha derbasbûna nav vî xanî qebûl nake û statuyeke fermî dixwaze.



