Stenbol (Rûdaw) - Li Stenbolê bi destpêkirina demsala payîzê re, Kurdên li bajêr dest bi amadehiyên payîz û zivistanê dikin.
Jinên Kurd sebzeyan hişk dikin, konserveyên balcan û fasûliyan amade dikin û tirşiyê çêdikin da ku zivistanê bixwin.
Kurdên li Stenbolê ji bo amadehiya payîz û zivistanê piranî berê xwe didin Bazara Jinan a li navçeya Fatîhê ya Stenbolê.
Ev bazar ji bo Kurdên li bajêr bûye navendeke sereke ya dan û standinê.
Li nav bazarê bi taybetî xwarin, vexwarin, sebzeyên hişkkirî û kel û pelên ku ji bajarên Bakurê Kurdistanê tên anîn tên firotin.
Hinek Kurd jî ji ber ku hem erzan e hem jî bitam e, pêdiviyên xwe rasterast ji bajarên xwe tînin Stenbolê.
Kadriye Sirişa 64 salî ya ji Sêrtê li ser amadehiyan got:
“Ev nêzîkî 70 sal in malbata min li Stenbolê ye lê em bi eslê xwe ji Sêrtê ne.
Dîsa jî em bi Kurdî dizanin. Kurdên me gelekî tên li Bazara Jinan dan û standina xwe dikin.
Hinek ji wan diçin cem firoşkarên sebze û fêkiyan, hinek jî li bazaran pêdiviyên xwe dikirin.
Jin gelekî jêhatî ne, çi ji destê wan were çêdikin.
Ji bo payîzê em fasûlî, tirşî û mergeyê çêdikin.
Min heta niha 3 kîlo merge çêkiriye.”
‘Em kel û pelên xwe ji Sêrtê tînin’
Herdema ji Êlihê jî li ser amadehiyên xwe anî zimên:
“Ev 25 sal in em li Stenbolê dijîn lê em ji Êlihê ne.
Em hatine bazarê da ku amadehiyên xwe bikin.
Em tirşiyê çêdikin û konserveyan amade dikin.”
Evdilbaqî Aslanciyê 67 salî yê ji Sêrtê destnîşan kir ku ew pêdiviyên xwe ji bajarê xwe tînin û wiha pê de çû:
“Em kel û pelên xwe ji Sêrtê tînin. Tirşik, fêkî û pincarên din ji Sêrtê tên.
Em zivistanê herî zêde ji tirşiyê hez dikin lê helbet em ji goşt jî pir hez dikin. Canê me û rihê me goşt e.”
Vahîdeya ji Bedlîsê jî got:
“Em ji Esenyurtê hatine Bazara Jinan a Fatîhê. Em ji Bedlîsê ne.
Em hatine ji xwe re bastîq û sincan bikirin.
Em ji bo payîzê ji xwe re baqleyan çêdikin, konserveyan amade dikin û davêjin cemedê.”

