Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xwest ku Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag demildest werin berdan.
Komîteyê bang kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêk werin û mafê derbirîna siyasî yê siyasetmedarên mixalefetê bê parastin.
Komîteyê di civîna xwe ya 15 û 16ê Îlonê de, biryarên têkildarî bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yên li ser Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş qebûl kirin.
Komîteyê bal kişand ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û da zanîn ku li gorî madeya 46an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, welatên endam neçar in biryarên teqez ên dadgehê pêk bînin.
Li gorî nûçeya MAyê, Komîteyê behsa yasaya "Bihêzkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekbûna Civakî" jî kir ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye pesendkirin.
Hat diyarkirin ku eger mercên pêwîst pêk werin, ev yasa dê rê bide ku di hinek darizandinên girêdayî PKKyê de lêpirsîn û bicihanîna cezayan werin bipaşxistin.
Komîteyê ji rayedarên Tirkiyeyê xwest eşkere bikin ka hemû serlêderên dosyeya Demîrtaş di çarçoveya vê yasayê de ne yan na.
Her wiha xwest ku li ser rêbazên pêkanîna yasayê, encamên tên pêşbînîkirin û pêvajoya ketina meriyetê de agahiyan bidin.
Di biryarê de "careke din" bangî rayedaran hat kirin ku bi bikaranîna hemû derfetên heyî û pêkanîna vê yasayê, Demîrtaş û Hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê demildest berdin.
Dosyeya Burcu Çelîk Ozkan û Aysel Tuglukê
Komîteyê destnîşan kir ku serlêderên din ên dosyeyê hatine berdan û xwest li ser encamên pêvajoyên hiqûqa navxweyî yên ku berdewam dikin agahî werin dayîn.
Li ser cezayên teqez ên Burcu Çelîk Ozkan û Aysel Tuglukê de jî ji rayedaran hat xwestin ku li ser tedbîrên takekesî yên ji bo rakirina encamên van darizandinan agahiyan bidin.
Di çarçoveya tedbîrên giştî de jî, bangî rayedarên Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo parastina mafê derbirîna siyasî yê parlamenteran –ku li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bin– hemû tedbîrên pêwîst wergirin.
Banga ji bo parastina mafên parlamenteran
Di biryarê de hat xwestin ku li gel parastina taybet a di madeya 83an a Destûra Bingehîn de, rol û statuya xweser a parlamenteran a di nav pêvajoya demokratîk de jî bi awayekî sîstematîk li ber çavan were girtin.
Her wiha Komîteyê xwest ku nîqaşên siyasî û pirdengî zêdetir werin parastin û mafê derbirînê yê siyasetmedarên mixalefetê zêdetir were ewlekirin.
Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest li ser hejmara wan fezlekeyên ku bi daxwaza rakirina parêzbendiya parlamenteriyê ji Parlamentoyê re hatine şandin de amaran bide û eşkere bike ka çend ji wan fezlekeyan têkildarî parlamenterên mixalefetê ne.
Komîteyê biryar da ku di civîna xwe ya Kanûna Pêşîn de tedbîrên takekesî û di civîna Adara 2027an de jî tedbîrên giştî ji nû ve binirxîne.
.jpg&w=3840&q=75)


