Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik got, “Bêyî Demîrtaş çareserî nabe.”
Sirri Sakik li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Edîrneyê bi Hevserokê Giştî yê HDPyê yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinek pêk anî.
Sakik piştî hevdîtinê diyar kir ku ew bi Demîrtaş re li ser pêvajoya çareseriyê ya nû û paşeroja siyaseta demokratîk axivîne û bal kişand ser rola bingehîn a siyasetmedarên girtî yên di pêvajoya aştiyê de.
"Kes nikare bi paşguhxistina Demîrtaş bigihîje armanceke daîmî"
Sirri Sakik derbarê naveroka hevdîtina xwe ya bi Selahattîn Demîrtaş re got, "Demirtaş ji bo pêkanîna aştiyeke rasteqîn li Tirkiyeyê aktorekî sereke ye."
Sakik diyar kir ku nirxandina pêvajoyên çareseriyê bi tenê bi rêbazên teng bi pêş nakeve û wiha pê de çû:
"Min li Edîrneyê bi hevalê xwe yê hêja Selahattîn Demîrtaş re hevdîtineke dirêj û berfireh pêk anî.
Selahattîn Demîrtaş ji bo peyva aştiyê di vî welatî de rast bi wateya xwe bijî, siyasetmedarekî girîng e.
Ew di nava pêvajoya çareseriyê de navê herî mezin e ku dikare tevkariyê vê hewldanê bike. Kes nikare bi paşguhxistina wî, bi çavtengiya li ser bîrdozî û qada wî ya siyasî bigihîje ti encamên mayînde."
Sirri Sakik her wiha destnîşan kir ku girtina Demîrtaş ne tenê li ser azadiya wî ya kesane bandoreke neyînî dike, di heman demê de zerereke mezin dide têkoşîna demokrasiyê ya giştî ya Tirkiyeyê jî.
"Girtina siyasetmedaran û behsa aştiyê li hev nagirin"
Sakik di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî yên ku bi salan e di zindanan de girtî ne ku azadiya wan nabe bibe mijara bazirganiyê an jî bi çarçoveyên teng ve were girêdan.
Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku hebûna girtiyên siyasî li kêleka gotinên aştiyê nakokiyeke mezin e û wiha lê zêde kir:
"Demîrtaşê ku bi awayekî neheq û bêhiqûqî girtî ye, ne tenê rojên azadiya wî tên dizîn di heman demê de lêgerîna aştî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî têk diçe.
Siyasetmedarên ku ji ber axaftinên xwe yên doh an jî ji ber çalakiyên xwe yên siyasî di hucreyan de ne divê demildest werin berdan.
Axaftina li ser aştiyê di demekê de ku siyasetmedar hîn jî girtî ne, nakokiyeke mezin e."
"Divê biryarên DMMEyê demildest werin cîbicîkirin"
Sakik di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo vekirina rûpelekî nû di warê aştiyê de divê pêşî li pêşiya siyaseta azad vebe û biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) bê şert û merc werin pêkanîn û wiha berdewam kir:
"Ji ber vê yekê wekî gava yekem divê biryarên DMMEyê îro werin bicihanîn. Girtîbûna neheq û bêhiqûqî ya hevalên me divê bi dawî bibe û barê giran ê li ser milê siyaseta demokratîk divê bê rakirin.
Ger ji bo aştiyê rûpelekî nû bê vekirin divê rêzikên herî pêşîn hiqûq, demokrasî û siyaseta azad bin."



