Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê li ber deriyê lîseyekê êrişeke çekdarî hat kirin û li gorî agahiyên pêşî di encamê de 10 xwendekar birîndar bûn.
Bûyerê danê sibehê li ber avahiya Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatoliyayê ya Încî Uzmez rû da.
Kesekî ku hîn nasnameya wî nehatiye tesbîtkirin, bi ser xwendekaran de gule reşandin.
Di êrişê de 10 xwendekar birîndar bûn ku rewşa 2 birîndaran dijwar e.
Bi agahdarkirinê re polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê xwendekarên birîndar piştî midaxeleya yekem rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Hat ragihandin ku xwendekarên birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Piştî bûyerê li herêmê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hat girtin û ji bo desteserkirina êrişkarê ku reviyaye xebateke berfireh hat destpêkirin.
Piştî xebatan êrişkarê bi navê H.O hat desteserkirin.
Hat zanîn ku êrişkar li heman dibistanê xwendekarê pola 9an e.
Lêpirsîna li ser bûyerê didome.


