Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku têkiliyên di navbera rayedarên dewletê, Abdullah Ocalan û birêvebiriya PKKyê yên li ser çekdanînê didomin.
Ayşegul Doganê her wiha got, "Em li bendê ne ku di rojên pêş de derbarê çekdanînê de bipêşketinên girîng çêbibin."
Doganê bi bîr xist ku hîn hilbijartin di rojevê de nîne û diyar kir, "Me li ser namzediya serokkomariyê ti nîqaş nekirine."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê li navenda giştî ya partiya xwe li ser rojevê agahî dan.
Ayşegul Doganê di daxuyaniya xwe de got:
"Em xwe ji bo serdema nû amade dikin lê ne tenê wekî aliyekî ku nerazîbûnê nîşan dide an tenê mixalefetê dike.
Em bi îdiaya ku bibin hêzeke siyasî ya damezirîner û biryardar a ji bo birêvebirina welêt û pêkanîna guherîn û veguherîna demokratîk xwe amade dikin.
Hemû plansazî û amadekariyên me yên serdema bê, xebatên Komîsyona Rêxistinkirinê ya Navendî û hemû komîsyonên me yên din li gorî vê îdiayê tên meşandin."
Doganê li ser pêvajoyê jî wiha axivî:
"Di navbera aliyên pêwendîdar de, di navbera rayedarên dewletê, Birêz Ocalan û birêvebiriya tevgerê de pêwndiyên li ser çekdanînê didomin.
Ji daxuyaniyên ku alî dem bi dem li ser vê mijarê didin jî diyar e ku ev têkilî û xebatên têkildarî çekdanînê didomin."
"Em li benda bipêşketinên girîng in"
Doganê got, "Em li bendê ne ku di rojên pêş de derbarê çekdanînê de bipêşketinên girîng çêbibin" û wiha pê de çû:
"Ji ber ku xebatên qadê yên derbarê çekdanînê de bi awayekî dualî tên meşandin. Ji bo vê mekanîzmayên avakirî dixebitin.
Dema ku derbarê çekdanînê de bipêşketinên berbiçav çêbibin ku ji raya giştî re bên eşkerekirin, dê werin parvekirin."
Doganê li ser rola Ocalan jî got:
"Ji bo ku xebatên li qadê tên meşandin bi awayekî pratîkî encam bigirin û bi bandor bidomin, eger Birêz Ocalan di wê desteyê de wekî Koordînatorê Çekdanîn û Siyasîbûnê bi fermî dest bi xebatan bike, dê bandoreke girîng çêbike. Em difikirin ku ev yek girîng e."
"Nîqaşa namzediya serokkomariyê nehatiye kirin"
Doganê li ser pirsa helwesta partiyê ya li hemberî namzediya serokkomariyê û nîqaşên destûrê got:
"Hîn hilbijartin di rojevê de nîne. Rayedarên partiya desthilatdar jî bi xwe daxuyaniyan didin ku hilbijartin di rojevê de nîne lê ji hêlekê ve jî dibêjin eger hilbijartin çêbibe dê namzedê wan kî be. Ev teqdîra wan bi xwe ye."
Doganê li ser vê mijarê wiha pê de çû:
"Wekî DEM Partiyê me ti carî nêrîna xwe ya li ser hilbijartinê veneşart.
Helwesta me pir eşkere ye lê li ser navê partiya me hîn ne mimkin e ku em bibêjin Komîteya Birêvebir a Navendî an Meclisa Partiyê nîqaşa hilbijartinê kiriye û meyleke wiha derketiye holê. Me li ser namzediya serokkomariyê ti nîqaş nekirine."
Pêdiviya bi destûreke nû
Ayşegul Doganê li ser nîqaşên destûra nû jî axivî û got:
"Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûrekê heye lê bi destûreke çawa? Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke demokratîk heye, pêdiviya Tirkiyeyê bi civakeke demokratîk heye.
Em tenê behsa demokratîkbûna nîzama siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê nakin, em qala nîzamekî nû û pêvajoyeke avakirinê dikin. Nêzîkatiya me ya ji bo destûrê jî bi vî rengî ye."



