Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerdeyê 14ê Îlona 2026an dest pê kir û 17 milyon xwendekar li dibistanên seretayî, navîn û lîseyan çûn ser dersên xwe.
Heyama nû ya perwerdeyê li dibistanan di bin tedbîrên tund ên ewlehiyê de û bi dilgiraniya dê û bavan dest pê kir.
Ji ber vê yekê li ber deriyên dibistanan kombûna dê û bavan ji her carê zêdetir e.
Ew her serê sibehê û êvarê destê zarokên xwe digirin, wan dibin dibistanê û tînin malê.
Di salên dawî de polîtîkayên ewlehiyê bandorê li hemû qadên jiyanê dikin û qada perwerdeyê jî di nav wan de ye.
Ji ber van tedbîran êdî gelek dibistan bi deriyên mezin, dîwarên bilind û bi têlên strî hatine dorpêçkirin. Dibistan ji derve ve ne wekî cihên perwerdeyê, berovajî wê bêtir wekî girtîgehan xuya dikin.
"Dibistan bi tedbîr e lê em nizanin dê çi bibe"
Dêya xwendekarekê ya bi navê Buse Kurtê li ser rewşê got:
"Me keça xwe şand vê dibistana li taxa me. Lewra min bi xwe jî li vir xwendiye û em ji dibistanê razî ne.
Ewlehiya me heye û dibistan bi tedbîr e. Birêvebir û alîkarên birêvebir serwext in lê di rojên pêş de dê rewş çawa bibe ez nizanim."
Welatiyê bi navê Alî Riza Goktaş jî anî zimên, "Neviya min li vir dixwîne. Bi hêviya ku rewşa dibistanan baştir bibe.
Pêwîst e ewlekariya dibistanan serê sibehê zû dest bi xebatê bike û heta danê êvarê li vir bimîne.
Êdî mijara ewlekaran heyam bi heyam dikin, ka dê çawa bibe em nizanin."
Li Tirkiyeyê sala nû ya xwendinê roja 14ê Îlona 2026an dest pê kir û 17 mîlyon xwendekar li dibistanê seretayî, navîn û li lîseyan çûn ser dersên xwe.
Lê heyama nû ya perwerdeyê li dibistanan di bin tevdîrên ewlehiyê û bi xema dê û bavên xwendekaran dest pê kir.
Ji loma jî li pêşiya dibistanan kombûna dê û bavan ji her carê zêdetir bûye, lewra ew her serê sibe û êvarê destê zarokên xwe digrin û dibin dibistanê û ji dibistanê tînin malê.
"Bûyerên li Mereş û Rihayê di bîra me de ne"
Bavê xwendekarekî yê bi navê Necdet Keser anî zimên:
"Dema em lê dinêrin li dibistanan ji ber rewşa ewlehiyê ne tenê em, her kes dilgiran e.
Lewra bûyerên par ên li Mereş û Rihayê di bîra me hemûyan de ne.
Ji ber vê yekê xelk gelekî aciz bibû û hîn jî bi tirs û dilgiranî ye. Em dixwazin dilê me rehet bibe."
Bavê xwendekarekî yê bi navê Aykut Guzeller jî tekez kir ku hebûna tedbîran wan hinekî rehet dike û got:
"Hebûna ewlehiyê li dibistanan ji bo me hemûyan baştir e lewra wê demê dilê me rehet dibe.
Wekî din mijara randevûya dê û bavan a ji bo ketina dibistanê jî baş e.
Bi vî awayî zarok ji dersên xwe jî namînin. Ev pergala randevûyê bi rastî bi kêr hat."
Li 81 bajaran 31 hezar ewlekar tên erkdarkirin
Nîsana îsal li bajarên Mereş û Rihayê piştî êrişên bi çekê yên li ser dibistanan, tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Di heyama nû de dê li 81 bajaran 31 hezar "berpirsên hewşa dibistanê" wekî ewlekar bên erkdarkirin.
Li dibistanan û derdora wan kamerayên ewlehiyê zêde bûn û li hin dibistanan pergala turnîkeyê hat sazkirin.
Her wiha polîs û tîmên ewlehiyê dê li derdora dibistanan dewriyeyan bigerînin û kontrolên ewlehiyê bikin.


