Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskara Kurd Suzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dijiya, piştî vegera xwe ya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê bi tohmeta "belavkirina propagandaya rêxistinê" hat desteserkirin.
Nivîskar-helbestvana Kurd Suzan Samanci endama PENê ye ku 18 salan li Swîsreyê jiyabû vegeriya Tirkiyeyê û li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
Piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê hatiye kirin ku dozgeriyê daxwaza çavdêriya dadwerî û qedexekirina derketina derveyî Tirkiyeyê kiriye.
'Suzan Samanci ku 18 sal in li Swîsreyê dijî lê roja ku vegeriya…'
Parêzvan û parêzera mafên mirovan Eren Keskîn ragihand ku Samanci hatiye desteserkirin.
Keskînê di parvekirineke li ser medyaya civakî de diyar kir ku Samanci 18 sal in li Swîsreyê dijî lê roja ku vegeriya Tirkiyeyê li Balafirgeha Stenbolê bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" hatiye desteserkirin.
Qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê
Piştî dozê, Samanci bi rêya SEGBÎSê (sîstema vîdyokonferansê) bi Dadgeha Sulhê ya Amedê ve hat girêdan.
Eren Keskîn ragihand ku Samanci bi tedbîrên kontrola dadwerî, bi taybetî qedexeya derketina derve ya ku rê li ber derketina wê ji Tirkiyeyê digire, hatiye berdan.
Keskîn her wiha destnîşan kir ku Samanci endama PENê ye.
Suzan Samanci kî ye?
Suzan Samancı 20ê Îlona 1962an li Amedê ji dayik bû, di tevahiya serboriya xwe ya wêjeyî de di warên çîrokên kurt, helbest û romanê de berhem nivîsandine.
Di rojnameyên wekî Demokrasî, Gundem, Ozgur Polîtîka û Tarafê de nivîsiye û berhemên wê ji bo gelek zimanan hatine wergerandin.
Ji bilî berhevokên çîrokên xwe yên kurt “Bajarê mirinê”, “Ew jin û mêrê bi maskê”, “Çîrokên Jinên Dilşikestî” û “Siya Bêdengiyê” Samanci romanên “Mîrzaye reben” û “Payîz An jî Ziyab” weşandiye.
.jpg&w=3840&q=75)


