Hewlêr (Rûdaw) - Şahzade Demîr li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîneke çapemeniyê de axivî û rexne li DEM Partiyê girtin.
Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê û Parlamenterê Dîlokê Şahzade Demîr diyar kir ku DEM Partî dayîkên Misilman ên Kurd dike amûra armancên xwe yên siyasî û got:
“Nirxên me yên exlaqî, bingeha malbata me û prensîbên me yên Îslamî bingeha civak û şaristaniya me pêk tînin.
Lê îro, DEM Partiya ku îdia dike nûnertiya gelê Kurd dike, ji bo rewayiyê bi dest bixe dayîkên Kurd ên Misilman ên ku pêbendî bawerî û nirxên xwe ne ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tîne.
Dixwazin li ser pişta dayîkên me yên dilsoz guhertinên zayendî yên ku ti mirovên me yên xwedî nirx qebûl nakin, asayî û rewa bikin.”
Şahzade Demîr her wiha got:
“Em çavên xwe li hemberî wê yekê nagirin ku bawerî û malbata me bibe qurbana sepandinên bi vî rengî.
Em dê ji bo parastina rûmeta dayîkên xwe û mîrata manewî ya civaka xwe bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin.”
“Divê navê Sabîha Gokçenê were guherandin”
Şahzade Demîr bal kişand ser girîngiya parastina nasnameya dîrokî ya bajaran û sembolên wan û xwest navên ku di bîra hevpar a civakê de dibin sedema nerehetiyê li gorî mîrata çandî ji nû ve werin nirxandin.
Demîr destnîşan kir ku di serî de divê navê Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya li Stenbolê bê nirxandin û anî zimên:
“Divê paşxaneya leşkerî ya Sabîha Gokçenê ya ku bi Komkujiya Dêrsimê re tê girêdan û nîqaşên dîrokî yên li ser wê serdemê li ber çavan bên girtin.
Di navlêkirina cih û saziyên giştî de divê nêzîkatiyek hebe ku hestyariyên dîrokî û bîra hevpar a civakê li ber çavan bigire.”
“Divê navê Girê Pierre Lotiyê bibe Girê Îdrîsê Bedlîsî”
Parlamenterê Dîlokê yê HUDA PARê bang kir ku navê Girê Pierre Lotiyê yê li navçeya Eyup Sultanê ya Stenbolê ji nû ve wekî “Girê Îdrîsê Bedlîsî” were guherandin û da zanîn:
“Tê zanîn ku ev cihê ku di çavkaniyên dîrokî de wekî Girê Îdrîsê Bedlîsî tê binavkirin, ji sala 1934an ve bi navê Pierre Loti tê naskirin.
Pêwîst e ev qada dîrokî careke din wekî ‘Girê Îdrîsê Bedlîsî’ bê navkirin.
Zindîhiştina navên kesayetên me yên dîrokî dê bibe alîkar ku di navbera rabirdû û îroya me de pireke xurt ava bibe.”
Bertek nîşanî cezayên Amerîkayê yên li Îranê da
Demîr li ser sîstema aborî ya cîhanî û cezayên Amerîkayê yên li dijî Îranê jî sekinî û got:
“Li hemberî zordariya ambargoya aborî ya Amerîkayê ya li dijî Îranê, di serî de Tirkiye divê hemû welatên herêmê xwedî helwesteke zelal û hevpar bin.
Ev mekanîzmaya gefxwarinê ya ku xwe dispêre serdestiya dolar a li ser bazirganiya cîhanî, hiqûqa navneteweyî û serweriya miletan bin pê dike.”
Şahzade Demîr ji bo derketina ji vê sîstemê bangî welatên herêmê kir û pê de çû:
“Rêya şikandina vê pergalê avakirina pergaleke aborî ya serbixwe, dadperwer û domdar e.
Berfirehkirina bazirganiya bi pereyên xwecihî, bipêşxistina pergalên peredayîna herêmî û avakirina binesaziyên darayî yên serbixwe ku bazirganiya bi cîranan re biparêzin hêmanên bingehîn ên ewlehiya aborî ne.
Em bangî hemû aliyên herêmê û di serî de Tirkiyeyê dikin ku bi damezirandina bazarên hevpar dawî li girêdayîbûna bi dolar bînin.”



