Hewlêr (Rûdaw) - Efkan Ala li ser pêvajoya çareseriyê ragihand ku qonaxa nû ji destpêkê ve wekî ku wan pêşbînî kiriye berdewam dike û destnîşan kir ku zêdetirî ji sedî 80yê xelkê piştgiriya pêvajoyê dike.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Efkan Ala li bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê di merasîma danîna hîmê Navenda Çand û Jiyanê ya Duaçinariyê ya Şaredariya Yildirimê de axivî û li ser pêvajoya çareseriyê peyamên girîng dan.
Efkan Ala bal kişand ser zerer û ziyanên şer û pevçûnan û got:
“Li ti cihê ku teror û alozî lê hebe aramî nabe û her kes winda dike.
Ji ber vê yekê, ji bo ku li welat û herêma me her kes qezenc bike, me got ‘Tirkiyeya Bêteror’ û ‘Herêma Bêteror’.
Em erkên vê yekê bi cih tînin û pêvajo ji destpêkê ve tam wekî ku me pêşbînî kiribû berdewam dike.”
Ala destnîşan kir ku Hevpeymaniya Cumhur ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê îradeyeke xurt daniye holê û zêdetirî ji sedî 80yê gel piştgiriyê dide vê pêngava wan.
“Lihevkirineke siyasî ya bêhempa pêk hat”
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê da zanîn ku “Yasaya Hevgirtina Neteweyî û Bihêzkirina Yekbûna Civakî” li Parlamentoya Tirkiyeyê bi yekdengiyeke mezin derbas bûye û wiha pê de çû:
“Li parlamentoyê ev yasaya me bi 467 dengan hat pesendkirin û derbas bû.
Ji dema ku em derbasî jiyana pirpartî bûne heta niha, ti yasa bi rêjeyeke ew qasî bilind a dengan û pesendkirinê derbas nebûne.
Ev nîşaneya wê yekê ye ku lihevkirineke siyasî ya bêhempa pêk hatiye.”
Efkan Ala her wiha ragihand ku ew naxwazin enerjiya welatê wan bi aloziyên navxwe û herêmî bê xerckirin û got ku di serdemeke tijî nediyarî ya cîhanê de, avakirina Tirkiyeyeke bihêz ne tenê bijardeyek e, ji bo Tirkiyeyê pêdiviyeke neçarî ye.



