Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku Tirkiye “bi yekrêzî û bihevreyiyê dê rûpela terorê bigire” û got, “ji niha û pê ve dê desthilata hikûmeta Îraqê li Şingalê serdest be.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî vegera xwe ya ji New Yorkê û beşdariya civîna 81ê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de, di balafira taybet a serokkomariyê de pirsên rojnamegeran bersivandin.
Recep Tayyîp Erdogan li ser pêvajoya çareseriyê got:
“Ev ji bo me ne pirsgirêkeke rojane ye, rizgariya Tirkiyeyê ye ji pirsgirêkeke nîv sedsalî.
Ji bo bicihanîna çarçoveya yasayî, divê rêxistin (PKK) bi pratîkî çekan deyne û pêvajoya xwefesixkirinê temam bike.”
Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha got:
“Hewl hene ku ji bo vê yekê astengiyan derxin lê em wekî Hevpeymaniya Cumhurê û wekî dewlet li ser vê mijarê bi biryar in.
Pêvajo gav bi gav di bin kontrola yekîneyên me yên pêwendîdar de bi rê ve diçe û bi hêviya Xwedê em dê di demeke nêzîk de bigihêjin encamekê.”
Desthilata li Şingalê û mijara Başîqayê
Erdogan li ser pêwendiyên bi Îraqê re da zanîn ku ew bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re civiyaye û anî ziman:
“Ji niha û pê ve dê hikûmeta Îraqê li Şingalê serdest be ku PKK demeke dirêj e li wir bi cih bûye.
Me li gel rayedarên Îraqê li ser wê yekê gotûbêj kir ku piştî paqijkirina herêmê ji terorê, dê kontrolkirina wê çawa be.
Her wiha me behsa mijara radestkirina Başîqayê jî kir.”
Erdogan tekez kir ku ew dixwazin li gel Îraqê li şûna "terorê", bêhtir behsa "Rêya Bipêşketinê, bazirganî, aramî û xweşguzeraniyê" bikin.
Peymana Mekeyê
Li ser qeyrana ku wekî “Qeyrana Sindoqan” tê naskirin, Erdogan piştrast kir ku “ti metirsî li ser sîstema darayî û aborî ya Tirkiyeyê nînin.”
Li ser "Peymana Parastinê ya Mekeyê" jî Erdogan ew wekî "gaveke bihêz a li ser rêyeke rast" bi nav kir û got:
“Eger tu di erdnîgariyeke wiha aloz de destpêşxeriya gaveke ew qas girîng bikî, rûbirûbûna bi hin astengiyan re tiştekî çaverêkirî ye.”



